‘Ji derveyî YBŞ’ê baweriya me bi ti hêzek din nine me bi parêzin’

Xelkê me li dijî van ferzkirinên Hikûmeta Iraqê nerazîbûnek zêde nîşan didin û dibêjin; “Ji dervey Asayîşa Êzidxanê û YBŞ’ê baweriya me bi ti hêzek din nayê ku bikarin me bi parêzin”

Hikûmeta Iraqê ji bo bicihanîna lihevkirina di gel PDK’ê ya li ser Şengalê de bi israre.

Hikûmeta Iraqê heta 1’ê Nîsanê dem daye Asayîşa Êzidxan û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daku hêzên leşkerî çekan daynin û Rêveberiya Xweser were hilweşandin.

Gelê me diyar dikin ku ew ê bi ti awayek vê lihevkirinê qebûl nekin. Ji bo vê jî ji destpêka ragihandina peymanê ve heya îro hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê jî li dijî bicihanîna lihevkirinê di berxwedaniyek dîrokî de ye.

Endamê Meclîsa Xweser a Şengalê Rizgo Xelef li ser vê mijarê ji Rojnews re axiviye û dibêje şûna ku Hikûmeta Iraqê û PDK’ê birînên civaka me bipêçin, berovajî dixwazin bi lihevkirinek nû fermanek din bi serê gelê me de bînin. Rizgo da zanîn hêzên ku lihevkirin pêkanîn, tirsa wan ji îrade û rêveberiya niha li Şengalê heye, her wiha tirsa wan ji fikra Rêber Ocalan heye ji berku aştiyê dixwaze.

Rizgo Xelef di berdewamiya nirxandina xwede wiha got, “Baweriya me bi ti kesê nemaye, tenê baweriya me bi rêxistina me, asayîşa me, YBŞ û YJŞ’ê heye.”

Endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Neam Bedel jî li ser mijarê wiha axivî; “Iraq û PDK’ê xiyanet li me kirin, wan em bi tenê hiştin, ji bona wê îro ti baweriya me bi wan nemaye ku carek din werin me bi parêzin. Yên me di parêzin YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ye. Em ê hertim piştgiriya Meclîsa Xweseriya Şengal û hêzên parastina Şengalê bikin. Em ê heta dawiyê li ser piyan bin û li ber xwe bidin.”

Endamê Tevgera Ciwanên Êzidî Eyad Şengalî jî wiha got; “Em pişta asayîşa xwe, YBŞ û YJŞ’ê bernadin. Artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê bûn di sala 2014’an de ji Şengalê reviyan û gelê Êzidî di nav destên DAIŞ’ê de hiştin. Niha jî ev her du hêz dixwazin vegerin Şengalê û ji mere pirsgirêkan derdixin.”

Di dawiyê de jî Eyad Şengalî da zanîn pêwîstiya xelkê me bi parastina xwe heye, ji bona vê yekê jî YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê heye, hemû jî zarokên Şengalê ne.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button