Şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi merasîmek leşkerî Şehîdên meha Tebaxê bibîranîn

Bi boneya 8’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û şehîdên meha Tebaxê, şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan merasîmek bi heybet li darxistin. Di şexsê şehîd Mam Zekî, Seîd Hesen û şehîdên nexweşxaneya Sikêniyê de tevahî berxwedêr û fedaiyên li ser xaka Şengalê xwîn rijandine bibîranîn.

Di merasîmê de li ser navê fermandariya YBŞ-YJŞ’ê Tîrêj Şengalî axivî. Şengalî di serîde di şexsê cangoriyên Şengalê de hemu şehîdên fermanê bibîr anî.

Tîrêj Şengalî got ku wek şagirtên Rêber Ocalan, ji Rêber Apo re silav û hezkirinên xwe pêşkêş dikin.

Fermandarê YBŞ’ê Tîrêj Şengalî spasiya tevahî hêzên ku di rizgarkirina Şengalê de ked û xwîn rijandine mîna gerîlayên HPG’ê, YJA STAR, şervanên YPG, YPJ û Heşdî Şeebî kir û wiha got: “Xwîn rijandina li ser xaka Şengalê em wek civaka Êzidî û şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê deyndarê vê dibînin. Heta îro di vê riyê de gelek bedel hatiye dayîn. Herî dawî jî fermana ku li serê me hatî fermanekê ne ji rêzê bû. Di sedsala 21’emîn de fermanekê gelekî bi êş bû.”

‘Civaka Êzidî meha Tebaxê bi xwînê av daye’

Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê Tîrêj Şengalî wiha berdewam kir; “Civaka Êzidî meha Tebaxê bi xwîn av daye. Dijmin û neyarê vê civakê her timî xwestine vê mehê pêşiya civaka me tarî bikin. Ferman û qetlîamên ku em şahîdê vê bû ne komkujiya ku 2007’an a Tilizêr, 3’yê Tebaxa 2014’an tevahî Şengal, di 15’ê Tebaxa 2014’an komkujiya Koço, 15’ ê Tebaxa hedef girtina Mamê civaka Êzidî Mam Zekî, di 16’ê Tebaxa 2021’ an de hedef girtina fermandarê YBŞ’ê û hevreyên me Seîd Hesen û biraziyê wî, 17’ ê Tebaxê de komkujiya nexweşxaneya Sikêniyê. Ev hemu bûyerên bi êş û ti caran nayê jibîrkirin.

‘Hedef girtina Mam Zekî hedef girtina îradeya civaka Êzidî bû’

Ev bûyer hemû ji bo me talîmate ku em bikaribin wek YBŞ’ê û YJŞ’ê xwe mezin û xurt bikin, da ku em civaka xwe bê parastin nehêlin. Bûyera herî bi êş jî di vegera salvegera komkujiya Koço de hedef girtina mamê civaka Êzidî, Mam zekî bû. Dijminê civaka me ti caran naxwaze ev civak bibe xwedî pêşeng û xwedî îrade. Rola Mam Zekî di vê civakê de radibû, rolekê tifaq û yekgirtinê bû. Hedef girtina Mam Zekî hedef girtina îradeya civaka Êzidî bû.”

‘Gelek plan bêyî ku îradeya civaka me nas bikin, pêk anîn’

Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), Tîrêj Şengalî axaftinên xwe wiha domand: “Di van salan de gelek plan û lîstik ser hêzên me hatin meşandin. Gelek planlama jî bêyî ku îradeya civaka me nas bikin, pêk anîn, peymana 9’ê Cotmehê jî berdewama fermana 3’yê Tebaxê bû. Ev tifaq ne naskirina îradeya civaka Êzidî bû. Bi vê re xwastin pêşengên civaka me hedef bigirin û fermandarê me Seîd Hesen şehîd xistin. Ji bona vê yekê hedef girtina fermandarê me Seîd Hesen bi destê dewleta Tirk ve pêk hat. Heger em bibêjin ferman tenê bi destê DAIŞ’ê hat kirin, evê ne rast be.”

‘Ji bo parastina civaka me çi pêwist bike emê bikin’

Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), Tîrêj Şengalî got: “Civaka Êzidî piştî fermanê ne wekî civaka berî 2014’ de ye. Civaka Êzidî hişyar bû ye, bûye xwedî îrade û fikrekê da ku xwe bikaribin biparêzin û hesabên xwe jî yê bixwazin. Em wekî YBŞ’ê û YJŞ’ê di van salan de gelek êrîş li ser me de çêbû, armanca van êrîşan jî şikandina îradeya civaka Êzidî ye. Bi van êrîşan em ti caran gav paş de navêjin. Ji bo parastina civaka me çi pewîst bike emê bikin, ji ber em hemû ber endamê şehadetê ne.”

Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), Tîrêj Şengalî di dawiya axaftina xwe de dubare li ser navê fermandariya YBŞ’ê, YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê tevahî şehîdên fermanê û berxwederên rizgar kirina Şengalê bi bîr anî.

Merasîm herî dawî bi sloganên “Bijî Serok Apo” û li ser silav dayîna gorên şehîdên Şengalê bi dawî bû.

HÊJAR AVESTA/ROJNEWS

Show More
Back to top button