Hevdîtinên şandeya me ya bi aliyên siyasî re didome

Hevdîtinên Şandeya Dîplomasî ya Şengalê yên bi aliyên siyasî yên Başûr re didome. Şande herî dawî li Silêmaniyê li gel Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan civiya

 

Şandeya xelkê me ya ji Serokê PADÊ Omer Salih, endama Encûmena Tevgera Jinên Êzidî Neam Kiru Sindî, endama Têkiliyên Tevgera Jinên Êzidî Seham Dexîl Reşo, endamê Encûmena Eşîrên Şengalê Mîrza Bekir Bîso û Nûnerê PADÊ Silêman Şengalî tê de cih digirin ev 7 roj in li Silêmanî bi partî û aliyê siyasî re hevdîtinan pêk tînin.

Şande îro li Silêmaniyê serdana Hizba  Zehmetkêşên Kurdistanê kir.

Di civînê de her du aliyan li ser rewşa Şengalê, koçberên Êzidî yên di nava kampên Herêma Kurdistanê de û astengiyên ku ji bo vegera koçberan tên derxistin axivîn.

Her wiha li ser pêşxistina hemahengiya navbera her du aliyan a ji bo dij derketina êrişên dewleta Tirk ya dagirker ên li ser Şengalê û lihevkirina Hewlêr-Bexda ya li ser Şengalê jî axivîn.

Şandeya me dûh jî serdana Tevgera Goran û Hizba Şûî kirîbû.

ÇAVKANÎ:   ROJNEWS

Show More
Back to top button