Rêveberiya Xweser  a Şengalê û PADÊ ji bo gel rêz civîn çêkirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê û PADÊ, ji bo agahdarkirina gel ji planên li ser rêveberiya xweser a Şengalê, li navçe û bajarokên Şengalê ji gel re civîn çêkirin. Di civînê de  peymana Tirkiye-Iraq û PDK’ê ya dijî Şengalê hate gotûbêjkirin û nêrîna gel hate girtin.

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Sêvê Emo û Serokê PADÊ Omer Salih di serî de li navenda Şengalê, li Xanesor, Sinûnê, Digûr, Duhla, Borik, Guhbel, Serdeşt, Tilezêrê têkildarî êrîş û planên ser Şengalê civîn ji gel re çêkirin. Di civînan de gel derbarê rewşa siyasî û ewlekarî ya Şengalê de hate agahdarkirin û xebatên pêwîste dijî planên Tirkiye-Iraq û PDK’ê werin meşandin, hatin destnîşan kirin. Têkildarî mijarê nêrîn û pêşniyarên gel ên derbarê rewşa Şengalê de hate guhdarkirin.

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Sêvê Emo dazanîn divê civaka Êzidî tola şehîdên xwe hilîne, ji bo vê jî ji gel xwest ku rabe serxwe.

Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Omer Salih diyar kir serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî ji bo tasfiyekirina rêveberiya xweser a Şengalê bi Tirkiyeyê re li hev kiriye û got: ‘Kazimî ji rêveberiya me ya xweser 10 kes vexwendibû hevdîtinê. Ev jî dide nişandan ku armanca wan tasfiyekirinbû.

Omer Salih dazanîn ji bo peymana 9’ê Cotmehê bixin meriyete herkes din ava hewldanan de ye û vê daxwazê arasteyê gel kir: ‘Pêwîste em rê nedin ku îradeya me bê binpêkirin. Eger em ranebin ser piya, wê bi gef û êrîşan peymanê bixin meriyetê.’

Omer Salih di civînê de bi taybet li ser rol û cihê şehîd Seîd Hesen di nava Şengalê de jî kir û got: ‘Ji ber jê ditirsiyan wî kirin armanc.’

Di civînê de nûnerên sazî û rêxistinên Êzidî yên tevlî civînê bûn jî axivîn û têkildarî mijarê helwesta xwe nişandan.

ROJNEWS-BERÎTAN ZAGROS

Show More
Back to top button