Gel kom bi kom serdana konê sersaxiyê yê Merwan Bedel dikin 

Serdanên ji bo konê sersaxiyê ya Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel dewam dikin.  Hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê bang li serokwezîrê Iraqê kir û got; “Ma heya kengê wê ev xiyanet dewam bike? Emê têkoşîna şehîdan bilind bikin û armancên wan bigihînin serkeftinê.”

Di 7’ê Kanuna 2021’an de balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker, di rojayekemîn a rojiyên Êzî de êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda kir. Di wesayîtê de ku zarokên Merwan Bedel jî hebûn, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû. Duh cenazeyê Merwan Bedel ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmek leşkerî û heybet, li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan spartin axê.

Piştî cenaze hate veşartin, ji bo Merwan Bedel li ber derê mala wî konê sersaxiyê hate danîn. Serdanên ji bo konê sersaxiyê dewam dikin. Îro jî hemû saziyên Rêveberiya Xweser, oldar, eşîr û xelkê gundewarên Şengalê, kom bi kom çûn serdana konê sersaxiyê.

Hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê Xwedêda Îlyas li konê sersaxiyê axivî. Xwedêda ragihand ku li ber çavê hemû cîhanê pêşengên civaka Êzidî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dibin hedef. Xwedêda bang li Hikumeta Iraqê kir û got; “Dewleta Iraqê îro bêdeng e. Em xwe wekî beşek ji gelê Iraqê dibînin lê dewlet wisa li me nanêre. Nikare parastina gelê Iraqê, gelê Şengalê bike. Dixwazin fermana 74’emîn berdewam bikin. Em bang li Mustefa Kazimî dikin, heya kengî wê ev îxanet berdewam bike?”

Xwedêda di dewama axaftina xwe de diyarkir ku dewleta Tirk bi hêcetên bê bingeh êrişan dike û wiha pêde çû; “Kesên li hemberî DAIŞ’ê li ber xwedane, têne hedef girtin, kesên şerê DAIŞ’ê nekirin, nayên hedef girtin, pêşengên civaka dikin hedef. Em carek din soza bilindkirina têkoşîn û armancên şehîdan dûbare dikin.

Serokê Eşîra Qiraniyan Xidir Hecî Mîrza jî axivî û behsa têkoşîn û berxwedana Merwan Bedel kir. Mîrza got; “Heval Merwan, dema fermanê li ser çiyayê Şengalê çek hilgirt, kete xeta azadî û parastina gelê xwe de. Heya şehadetê jî li ser heman xetê dewam kir. Ji ber wê jî pêşengên civakê dibin hedefa dijmin. Em bang li hemû êzidiyan dikin da ku hemberî van êrişan yekîtiya xwe xurt bikin.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button