‘Hebûna hêzên Iraqê ya di Şengalê de ne qanuniye’

Li Şengalê xwendevanên di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bi bîr anîn. Di merasîma bîranînê de hate gotin ku hebûna hêzên artêşa Iraqê ya di nava Şengalê de ne qanuniye

Duh li Şengalê, servîseke xwendevanên dibistanê dema ji dibistanê derdiket û ji nehiya Sinûnê ber bi komelgeha Xanesorê ve diçû,  di navbera Xanesor û Sinûnê de nêzî seytereya Ş. Amed a Asayîşa Êzîdxanê, tankera avê ya artêşa Iraqê lê qelibî.

Di encama qezayê de 2 xwendevanan jiyana xwe ji dest dan û 27 jî birîndar bûn. Piştî qezayê dîmenên sosret ên leşkerên Iraqê derketin ku kêfxweşiya xwe tînan ziman. Li hemberî vê civaka Êzidî nerazîne. Êzidî sedema qezayê bi zêdebûna wesayîtên leşkerî yên Iraqê ve girêdidin.

Xwendevanên jiyana xwe ji dest dane hatin bi bîr anîn. Li dibistana Nehiya Sinunê xwendevan û mamostayan daxuyaniyek dan. Rêveberê dibistanê Feleh Sînan axivî, destpêkê sersaxî ji malbatan re xwest û got; “Li serasnserê nehiya Sinûnê tenê ev dibistan danê êvarî heye, ji ber wê jî xwendevan neçarin berê xwe bidinê. Ne tenê ji Şengalê ji kampan jî xwendevan têne vir, ji bo wê jî hejmara wan geleke.”

Ji rêveberên dibistanên Sinûnê Seydo Xêrî jî axivî û balkêşa ser dîmenên sosret ên leşkerên Iraqê; “Dema me kêfxweşiya dema qezayê ya wan leşkerên Iraqê dît, em gelek pê xemgîn bûn. Em vê helwestê bi tundî şermezar dikin. Divê ev kesane werin cezakirin, ji ber ne karekî exlaqiye, pêwîste Artêşa Iraqê lêborînê ji civaka me bixwaze.”

Xêrî behsa liv û tevgera leşkerî ya li Şengalê kir; “Hebûna hêzek mezin ya di Şengalê de, ne tiştek qanuniye, dibe sedema berteka gelê me.”

Xwendevanan piştî axaftinan, xwendevanên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û mûm pêxistin.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button