Riham Hesen: Hemû rojên Adarê rojên jinane!

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen, meha Adarê weke meha jinan bi nav kir û got: “Jin bi têkoşînê pêşwazî li meha Adarê dikin. Ji ber vê em dibêjin, meha Adarê meha jinane. Heya hemû jinên di destê DAIŞ’ê de azad nebin, Şengaleke xweser û demokratîk ava nekin, wê têkoşîna me bê rawestan dewam bike.”

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen bi boneya Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar 8’ê Adarê ji ajansa me re axivî û nirxandinên girîng kir.

‘Em li benda pergaleke vî awayî bûn’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen diyar kir, ji saya avabûna sîstema netewa demokratîk guhertinên mezin di civaka Êzidî de çêbûye û wiha axivî: “Piştî fermanê pergala netewa demokratîk a li ser fikrê Rêber Apo avabû. Ev pergaleke demokratîke. Ev pergal azadiya jin û jîngehparêziyê esas digire. Weke civaka Êzidî em ji berê ve li hêviya pergaleke vî awayîbûn. Di baweriya me de jî cih ji jinê re tê dayîn û ev pergal nêzî mebû. Civaka me jî ji van guhertinan re negirtîbû. Bi taybet piştî fermanê pêwîstî bi guhertinekî hebû.”

‘Fikrên Rêber Apo jinê diparêze’

Riham Hesen dazanîn fikrên Rêber Ocalan, jinê diparêze û wiha dirêje bi axaftina xwe da: “Piştî fermanê fikir û felsefeya Rêbertî zêdetir hate nasîn û ev jî bû mertalek ji jinan re. Ji ber vêya jin vê pergalê himbêzkirin. Ji saya vê pergalê jin karîn li her derê de cih bigirin. Jin karîn tevlî siyaset, qada civakî û dîplomatîk jî bibin. Di nava vê sîstemê de jin derfeta xwe perwerdekirinê dîtin. Bi rêya perwerdeyê dîroka xwe naskir û karî vegere cewhera xwe.”

‘Jina Êzidî bi perwerdeyê vegeriya cewhera xwe’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen dazanîn, piştî fermanê guhertinên mezin di civaka Êzidî de rûdaye û wiha pêde çû: “Civaka me ya Êzidî jî para xwe ji bandora şerê taybet ya sîstema sermayedar girtiye. Berê fermanê sîstemên desthilatdar û dîkdatorî hebû, jin nedikarî bi îradeya xwe bijî. Lê piştî salan ku sîstemeke wisa demokratîk avabû, bi pêşketina tevger û rêxistinên jinan, guhertinên mezin di civakê de çêbûn. Me nimûneyên beriya vê sîstema demokratîk were avakirin û piştî hate avakirin dît. Ji ber sîstemeke desthilatdar beriya fermanê hebû, jin ne dikarî bi îradeya xwe bijî û rêxistinbûneke jin pêşnediket ku pêşengiyê ji jinan re bike. Jin eger di nava kar de jî cih girtiba, wek mêr difikirîn. Dema jinek zîrek jî dihate dîtin, wê dişibandin mîna mêran. Vêya ji xwe re weke serbilindî didîtin. Lê di rastiyê de ev ne serbilindîbû ji bo jinê. Tu saziyek ku ne girêdayî xwebûna jin be, wê nekare tu carî mafê jinê biparêze û têkoşînê bike.”

‘Êdî jin û mêr bi hev re biryaran digirin’

Riham Hesen dazanîn êdî jin xwedî gotin û biryare û got: “Di civaka me ya Êzidî de guhertinên gelek girîng rû didin. Hem di warê siyasî, aborî, perwerde, civakî û leşkerî de jî pêşketin hene û jin bûne xwedî saziyên xwe. Di nava sîstema xweseriya demokratîk de cihê xwe girtiye. Piştî TAJÊ û saziyên wê avabûn, dîsa jin di nava pergala Xweseriya Demokratîk de cihê xwe girtin û bi awayê hevserokatî tê meşandin, êdî jin jî xwedî gotine. Êdî ew jî dikare di her warî de bibe xwedî biryar. Biryarên ku tene ayîdê mêrbûn, seqet diman. Lê niha jin û mêr bihevre biyaran digirin. Herdu bi şekleke wekhev hevserokatiyê bihevre dimeşînin. Di nava civakê de jî roleke girîng dilîzin. Em keda Rêbertî ya di vê mijarê de tu carî jibîr nakin. Çawa me ji saya Rêbertî xwe rêxistinkiribe, divê niha em xwedî lê derbikevin.”

‘Jin bi têkoşînê pêşwazî li meha Adarê dikin’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen, meha Adarê weke meha jinan binav kir û got: “Em di meha Adarê de ne û vê mehê weke meha jinan bi nav dikin. Jin bi awayeke serbilind û têkoşînê, vê mehê pêşwazî dikin. Emê têkoşîna xwe ya heyî ji saya meha Adarê bihêztir bikin. Hemû rojên meha Adarê rojên jinan e, rojên têkoşîn û berxwedanê ne. Hemû rojên wê rojên serhildanêne. Em vê têkoşîna xwe diyarî şehîdan, Rêbertî û dîlên di destê DAIŞ’ê de dikin. Hêviya van jinên dîl emin. Em têkoşîna xwe diyarî wan dikin. Wê ev têkoşîna me dewam bike, heya azadiya wan jinan û avakirina Şengaleke Xweser û Demokratîk pêk were.”

MEDYA HESEN-ŞENGAL

06/03/2024

Show More
Back to top button