3 hezar sepetên alîkariyê, li ser koçberên Şengalê hate belavkirin

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku îro bi rêya tîmên girêdayî Wezaretê, li sînorê Şengalê 3 hezar sepet alîkarî li ser koçberên herêmê de belav kirin.

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku dibin çavdêrî û fermana Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê de, îro tîmên ser bi Wezaretê, li sînorê Şengalê 3 hezar sepet alîkarî li ser koçberên herêmê de belav kirin.

Her wiha hate diyarkirin ku ji bo teşwîqdana koçberên li kampan ku vegerin ser cih û warên xwe, wê pêşkêşkirina alîkariyên zêdetir ji koçberan re û avadanîkirina deverên wan, berdewam be.

Hêjayî gotinêye ku beriya çend rojan Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî serdana Şengalê kir. Sudanî eşkere kir ku jenosîda Şengalê semboleke din a qurbanîdan û berxwedanê ya dîroka Iraqê ye û biryar da ku di yasaya bûdceyê de 50 milyar dînar ji bo sindoqa avadankirina Şengalê were terxankirin.

Her wiha Serokwezîrê Iraqê di serdana xwe ya li Şengalê de bi pekhateyên Şengalê, serokeşîr û kesayetên Şengalê re civiya. Her wiha li ser navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê Hisên Hecî, Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo û ji Desteya Eşayîrî Seîd Milhim jî tevlî vê hevdîtinê bûn. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî daxwaznameya gel a ji 12 xalan pêk dihat pêşkeşî Sudanî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

06/03/2024 

Show More
Back to top button