Êrişa ji bo dagirkirina Şengalê çawa dest pê kir?

Artêşa Iraqê bi piştgiriya PDK`ê hewl dide Şengalê dagir bike û şerê êzidiyan bike. Ji 18`ê Nîsanê ve hewldanên hikumeta Iraqê yên têkbirina îstiqrarê û êrişên li dijî hêzên parastinê yên Êzidxanê nesekinîne.

Ji 17`ê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker tevî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişeke berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin. Hemwextî wê arêtşa Iraqê di 18`ê Nîsanê de bi hevkariya PDK`ê êriş bir ser baregehên Asayîşa Êzidxanê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li navçeyên Sinûnê û Xanesorê, her wiha navendeke Asayîşa Êzidxanê li Dugurê dorpêç kir.

Ji şeva din ve artêşa Iraqê bi destekdayîna PDK`ê êrişên xwe li herêmê zêde kirin û sewqiyetên leşkerî yên mezin şand herêmê. Hemwextî wê li asîmanê Şengalê ji saetên sibehê ve tevgereke zêde ya helîkopteran heye.

LI ŞENGALÊ ÇI DIQEWIME?

Artêşa Iraqê di saetên siharê de karwanek zêde ya wesayîtên zirxî derbasî Medêban û sînorê Şengal-Rojava kir. Bi wê yekê hewl da Şengalê dagir bike û êrişî hêzên parastinê yên ji zarokên Şengalê bike.

Li gorî agahiyan, karwanê wesayîtên zirxî ku ji 25 panzêr û tankan pêk dihat, bi fermana yekser a Fremandariya Operasyonan a Mûsilê ji herêma Rebîa ber bi Şengalê ve bi rê ket.

Îro di saetên sibehê de, piştî hewldanên dagirkirina baregehek Asayîşa Êzicxanê, li Taxa Tobal a navçeya Sinûnê di navbera Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Asayîşa Êzidxanê ji aliyekî û hêzên artêşa Iraqê ji aliyekî din ve şerekî demkurt rû da.

Piştre artêşa Iraqê hewl da li gundê Herdan û navenda Şengalê bikeve tevgerê û êrişî baregehên hêzên êzidî yên li ber xwe didin, bike.

Li aliyê din, artêşa Iraqê Dugura Şengalê ku 5 km nêzî navçeya Sinûnê ye topbaran kir. Li wir dibistanek bi awayekî yekser hat hedefgirtin û li aliyên rojhilat û rojavayê Dugurê şerekî dijwar dest pê kir. Şer heta van kêliyan jî nesekiniye.

Li gorî agahiyên ji Şengalê hatine bidestxistin, şerên demkurt li taxa Tobal a Sinûnê dewam dikin, derdorê navçeyê tê topbarankirin. Li asîmanê Şengalê jî tevgereke zêde ya helîkopteran heye.

Her wiha tankên Firqeya 9`an a artêşa Iraqê ber bi navenda navçeya Sinûnê ve bi rê ketin û piraniya rêyan li çûn û hatinê hatine girtin.

BERIYA ÊRIŞÊ..

Di 30`ê Nîsanê de şandeyeke artêşa Iraqê serdana qezaya Şengalê kir. Şande ji serfermandarê artêşa IRaqê Ebdulemîr Yarallah, cîgirê Operasyonên Hevbeş Ebdulemîr El-Şemerî û alîkarê serferamdarê artêşê ya operasyonan, fermandarê hêzên bejahî û mudirê îstixbarata leşkerî pêk dihat.

Di serdanê de baregehên leşkerî yên artêşa Iraqê li Şengalê û derdora wê hatin kontrolkirin.

Mistefa Kazimî bi piştgiriya PDK û dewleta Tirk hewl dide destkeftiyên civaka êzidî li Şengalê têk bibe û peymana 9`ê Cotmeha 2020`an pêk bîne.

ANHA

Show More
Back to top button