Erebên Şengal hewlên Artêşa Iraqê yên veqetandina ji Êzidiyan red kirin 

Li Şengalê pêkhateya Ereb biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo danîna têlan a di navbera herêmên bakur û başûrê Şengalê de red kirin û diyar kir ku ev biryar dibe sedema veqetandina Ereb û Êzidiyan û weke biryarek siyasî pênase kirin.

Artêşa Iraqê ji bo di navbera bakur û başûrê Şengalê de têl bike dest bi hewldanan kiriye. Li gorî Erebên Şengalê, ev hewlan ji bo veqetandina Êzidî û Ereban tê kirin.

Herwiha ev hewldan dibe sedema birîna peywendiyên di navbera Êzidî û Ereb û parvekirina zeviyên çandiniyê, ji derveyî vê jî ava vexwarinê 20 gundên rojavayê Şengalê tê birîn ku Ereb lê dijîn.

Ji bo redkirina vê veqetandinê, pêkhateya Ereb li Şengalê çalakiyek kir û peyama xwe ragihihand aliyên peywendîdar û raya giştî.

Ev hewldana veqetandina Êzidî û Ereban red kir û banga rawestandina biryarê kir. Pêkhate Ereb destnîşna kir ku li pişt vê biryarê bernameyek siyasî heye.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button