TAJÊ serdana YJŞ’ê kir; Jinên Êzidî ber bi azadiyê ve dimeşin 

Şandeyeke ji TAJÊ bi mebesta pîrozkirina 8’ê Adarê li şervanên jin, serdana YJŞ’ê kir. Şandeya TAJÊ bi awayeke germ hate pêşwazîkirin û peyama; “Me vê rojê ji saya Rêber Apo naskir. Ne tenê rojek, hemû roj rojên me ne”, da.

Bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê re, liv û tevgera jinan a li nava Şengalê zêde bûye. Li hemû gund, komelgeh û nahiyeyên Şengal rojev 8’ê Adarê ye. Îro şandeyek ji TAJÊ bi mebesta pîrozkirina 8’ê Adarê serdana şervanên YJŞ’ê kir. Şandeya TAJÊ deste gul dan şervanên jin û şervan jî bi dirûşmeya, ‘Jin Jiyan Azadî’ şande pêşwazî kirin. Şandeya TAJÊ 8’ê Adarê li hemû jinên di nava hêzên parastina Şengalê de cih digirin pîroz kir.

Show More
Back to top button