‘divê xelkê me li hemberî tozê baldar be’

Şengal yek ji deverên herî germ ku di nava tevahî Îraq û Başûrê Kurdistanê de cihê xwe digire. Li gel germahiya zêde û barîna tozê jî bandoriyek xwe ya mezin li ser tevgerîna jiyana mirov dike. Di derbarê vê mijarê de û bandoriya zêde ya germahiyê û barîna tozê li ser tevgerîna mirov ya jiyanê  Endama Nexweşxana Şehîdên Xanesorê Mizgîn Şingalî: “divê xelkê me li hemberî tozê baldar be”.

Endama Nexweşxana Şehîdên Xanesorê Mizgîn Şingalî ku di Beşa Tîba Xwezayî de kar dike li ser germa zêde ya îsal û nexweşiyên hevînê, bi taybetî toza zêde li ser tendirustiya însan bandorek çawa çêdike ji Radyo me re axîvî got: ” îsal ji ber toza zêde gelek nexweşiyên cuda li  gel mirov çêdibin. Bi taybet li mirov hesasiyetê çêdike, qirika mirov dişewîtine. Di vî wextî de divê kesek ji malê dernekeve.

Her wiha Mizgîn Şingalî jî li ser xwarinên ku di werza havînê de tên xwarin jî diyar kir û got: “ divê di werzê havînê de her kes di aliye xwarinê de li ser tendirustiya xwe bal der be. Bi taybet tiştên şîrin zêde nexwin. Her wiha zarok tiştên dikana weke cibs û cemîdî dikirin û dixwîn. Ev ji bo tendirustiya insan zêde nebaş in û bi taybetî ji bo zarokan. Niha piranî însanên ku serdana nexweşxanê dikin yan dibêjin belîhînên min ketine yan jî dibêjin em cemîdî ne. Di werzê havînê de piranî xelkê me li ber siplît û miberîdê radîzin. Bayê siplitê li ser laşê însan bandorek gelek nebaş çêdike. Demarên leş hişk dike.  Di werzê havînê de xwarina ku herî zêde nexweşî çêdike xwarina goşt e. Ji ber xwarina goşt girana û hemû jî rûne li ser tenduristiya însan gelek bandor dike. Di vê demê de divê gelek avê vexwin tiştên sivîk bixwîn.

Mizgîn Şingalî wiha dawî li axaftinên xwe anî û got: “ Divê xelkê me paqijiya xwe baldar be, ji ber qirêjiyê jî nexweşî gelekî çêdibin. Bila haj xwe hebin. Berî xwarinê dest û rûyê xwe bişon. Her wiha fêqiyên ku ji dikanin dikirin berî bikarbînin divê bixin nav avaxwê de û 5 deqîqe wisa bimîne pire bikarbînin.

Sena Qîrnaî- Çira Fm

Show More
Back to top button