‘Armanca peymanê dûbarekirina komkujiyan a’

Êzidiyên navçeya Dirbêsiyê peymana Hewlêr- Bexda ya derbarê Şengalê de şermezar kir û got: "Ev peyman ji bo dûbarekirina fermana sala 2014'an e, di heman demê de kaxezeke zextê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye"

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de, hikumeta federal a Bexdayê û hikumeta Başûrê Kurdistanê peymanek li ser Şengalê îmze kirin ku navê peymana “Dîrokî ” lê kirin. Ev peyman bêyî ku îradeya civaka me ya Şengalê di ber çavan re were kirin, hate îmzekirin. Nemaze ku her du aliyan (Bexda û Hewlêrê) di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên sala 2014’an ên li ser Şengalê, ji Şengalê vekişiyan û civaka me di nav pençên çeteyan de hiştin.

Piştî demekê ji peymanê, hikumeta Iraqê gefa derbasbûna Şengalê xwar û muhlet heta 1’ê Nîsanê da Asayîşa Êzidxanê ku navendên xwe vala bikin.

Şêniyên me ev gef red kir û teqez kirin û ji bilî berxwedanê tu vebijêrk li pêşiya wan tune da ku nehêlin careke din komkujî li dijî wan pêk were.

Li ser mijarê, êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe bi şêniyên me yên li Şengalê re nîşan da û peymana Hewlêr –Bexdayê şermezar kir.

Ednan Kalo yê ji gundê Xirbe Xezal ê navçeya Dirbêsiyê got, peymana dawî ya ku di navbera hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê de hatiye îmzekirin, heta astekê girêdayî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû pêkanîne û bi rengekî din berdewam e.

Kalo got: “Çeteyên DAIŞ’ê komkujiyeke li dijî êzidiyan pêk anîn, bi hezaran welatiyên sivîl qetil kirin, bi sedan jin revandin û wekî sebî li sûkan firotin. Di wê demê de pêşmergeyên Partiya Demorkat a Kurdistanê erka xwe ya parastina wan bi cih neanî.” Ednan Kalo diyar kir ku li hemberî hewldanên DAIŞ’ê yên berfirehbûn, Hêzên Parastina Gel (HPG) ji aliyekî ve û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji aliyekî din ve mûdaxele kirin, beşek mezin ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û hewldanên rizgarkirina jinên êzidî yên revandî berdewm in.

Ednan Kalo îşaret bi fermanên ku li dijî xelkê me kir û wiha axaftina xwe domand: “Ji ber fermanên ku li dijî êzidiyan pêk hatin, êzidî têgihiştin ku avakirina hêzeke parastinê pêwîst e da ku wan ji êriş û komployan biparêze. Ji ber vê yekê Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê ava kirin da ku bibe bingeha sereke ya civaka êzidî.”

Kalo di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rola dewleta Tirk di peymana Hewlêr-Bexdayê de û got, dewleta Tirk sponserê teror û çeteyan e û destekê dide vê peymanê. Her wiha îşaret bi serdana veşartî ya serokî MÎT’ê Hakan Fîdan ji bo Iraqê ku di navîna Hezîranê de pêk hatibû.

Kalo diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya wekîlên xwe êrişê Şengalê kir û şerê li dijî PKK’ê û hebûna wê li herêmê kir hincet. Kalo ev yek pirsî: “Ma gelo PKK’ê li Idlib, Bab, Ezaz an Lîbya an Qerebaxê heye?”

Ednan Kalo peymana bi armanca kontrolkirina Şengalê, bi radestkirina Şengalê destê kesên ku parastina wê nekirin, bi nav kir û got: “Ev tê wateya radestkirina her çar parçeyên Kurdistanê, ji ber ku Şengal di aliyê erdîngarî de xwedî xisûs in.”

Kalo da zanîn ku aliyên ku dixwazin Şengalê kontrol bikin, dixwazin wê wekî kaxezeke zextê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar bînin û wiha pê de çû: “Tirkiyê hewl dide Şengalê dagir bike, destkeftiyên Şoreşa Rojava ku bi saya rêgezên biratiya gelan, neteweya demokratîk û jiyana hevbeş hatine bidestxistin têk bibe, ji ber ku hêzên desthilatdar van rêgezan wekî xeterî li ser xwe dibînin.”

Ednan Kalo bang li tevahî rêxistinên navneteweyî, hiqûqî, siyasetmedar û rewşenbîran kir ku rastiya vî dozê eşkere bikin.

Êzidiyê bi navê Îsamîl Delef ê ji gundê Xirbe Xezal jî got, civaka me ji komkujiyên jenosîdê rizgar bû, lê niha li pêşberî pêvajoyeke çarenûsî ye û wiha domand: “Hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê bi plana Tirkiyê hewl didin careke din Şengal kontrol bikin û komkujiyên ku DAIŞ’ê sala 2014’an pêk anîbû dûbare bikin, her wiha Şengal ji rêveberiya wê ya xweser û hêza wê ya leşkerî dûr bixe.”

Delef destnîşan kir ku gelên azadîxwaz û aştîxwaz li pey rêveberiya li Şengalê disekinin û got, hêzên ku Şengalê radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin hewl didin careke din kontrol bikin da ku ji nû ve sînaryoyên komkujiyê dûbare bibin.

Delef hewildanên desthilata Iraqê û Başûrê Kurdistanê yên jinûve kontrokirina Şengalê şermezar kir.

Ebdulwehab Kalo jî nerazîbûn nîşanî hewildanên desthilata Iraqê ya kontrokirina Şengalê da û diyar kir ku şêniyên Rojava piştgiriya xelkê me dikin.

Kalo di berdewama axaftina xwe de xîtabî desthilata Iraqê kir û got: “Heger Iraq Şengal wekî beşek ji xaka Iraqê dibîne, dema komkujî li Şengalê pê dihat, ew li ku derê bû?”

Ebdulwehab Kalo diyar kir ku berjewendî û ajnîdeyên kesayetî yên her du hikumetan li pey van planan e ku xwesteka wan a têbirina civaka Êzidî diyar dike. Her wiha da zanîn ku hewl dide di kesayeta êzidî kurdan bikin hedef, ji ber ku êzidî nasname, ol û çanda gelê Kurd e.

ÇAVKANÎ: YARA MIHEMED- QAMIŞLO-ANHA

ABDULWEHAB KALO

EDNAN KALO

İSMAÎL DELEF

Show More
Back to top button