Ji Swîsreyê bersiva ‘Îmraliyê’: Tecrîd pêkanînek dermirovî ye

Konseya Federal a Swîsreyê bersiva pêşnûmepirsa têkildarî tecrîda Îmraliyê da û got: “Tecrîd muameleyeke dermirovî û biçûkxistinê ye, heta weke êşkenceyekê dikare bê dîtin. Swîsre berpirsyariyên Tirkiyeyê li bîra wê dixe.”

15’ê Adara 2024’an bi pêşengiya Parlamentera Parlamentoya Federal a Swîsreyê Laûrence Fehlmann Rîelle, bi îmzeya hevpar a 12 parlamenteran têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derbarê berpirsyariyên Swîsreyê, pêşnûpirsek pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê hate kirin. Konseya Federal a Swîsreyê bersiva pêşnûmepirsê da.

Di pêşnûmeya ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Swîsreyê ve hate bersivandin de, hat gotin ku Swîsre weke parçeyekî berpirsyariya pêşî girtina li êşkenceyê, li seranserî cîhanê ji bo başkirina şert û mercên girtîbûnê hewldanê dike.

Wezaretê destnîşan kir ku li gorî saziyên mafên mirovan a navneteweyî, tecrîd dermivorî ye û rûmeta mirov biçûk dixe, hetta dikare weke êşkenceyekê jî bê nirxandin. Di dewama bersivê de ev tişt jî hat gotin:

“Swîsre piştgiriyê dide xebatên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê û Tirkiyeyê teşwîq dike ku raporan biweşîne û pêşniyarên wê pêk bîne.

Swîsre di diyaloga xwe ya bi Tirkiyeyê re de, mijarên mafên mirovan û hiqûqê jî dinirxîne. Di bin bunyeya Teşkîlata Ewlehiya Ewropa û Konseya Ewropayê de, Swîsre bi awayekî rêkûpêk berpirsyariyên Tirkiyeyê yên têkildarî hurmet nîşandana mafên mirovan û hiqûqê, li bîra wê dixe.

Swîsre di heman demê berpirsyariya Tirkiyeyê ya ji bo pêkanîna biryarên DMME’yê jî li bîra wê dixe.”

Show More
Back to top button