YBŞ’ê 6’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir

YBŞ bi boneya 6’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê peyamek pîrozbahiyê da û ragihand ku ew ê nehêlin civaka Êzidî careke din bi komkujiyan re rû bi rû bimîne.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi peyamekê 6’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir. YBŞ’ê destnîşan kir ku gerîlayên azadiyê yên di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê de bi hewara civaka Êzidî ve çûbûn û diyar kir ku plana qirkirina Êzidiyan ji aliyê gerîlayên Apoyî ve hate vala derxistin.

Peyama YBŞ’ê wiha ye:

“Em salvegera rizgarkirina Şengalê ya 6’emîn bi hevre pîroz dikin. Di vê erdnîgariya qedîm de, bi destê DAIŞ’ê li ser çanda resen û li beranberî hemû pîroziyên Êzîdiyan êrîşeke hovane hatibû pêk anîn. Yên ku ev êrîş pêk anîne û tiliya wan di vê êrîşê de hebûn, armanca wan ne tenê vê erdê bigrin, ji xwe re talan bikin û hinekan jî bikujin bû. Armanca wan miletê Êzîdî bi temamî ji holê rakirin bû, tinekirin bû. Lê ev plan ji aliyê gerîllayên Apoyî ve hate vala derxistin. Navenda Şengalê di roja 13’yan a meha Mijdarê de hate rizgarkirin. Di vê watê de rizgarkirina Şengalê tinekirina miletekî da sekinandin. Ev gelê ku ji dîroka kevnar tê, hat parastin. Ji bona wê di vê derê de dîrok hate parastin. Ji ber miletê Êzîdî mîrasa dîroka kevnar e. Lê belê ev rizgarî di nava çeperê Şengalê de sînordar nema. Bi rizgarkirina Şengalê re ew çeteyên hov belav bûn û sewta wan li ser civakê bê bandor ma. Di giştî cihanê de ew tirs û xofa ku hatibû belavkirin hate şikestin. Ji bona wê ev pîrozbahî ya hemû mirovahiyê ye.

Em vê pîrozpahiyê ya ku bi felsefeya xwe roj anî û ronî da Şengalê ji Rêber Apo re diyarî dikin. Em şehîdên xwe yên giranbuha yên ku di oxira Şengalê de canê xwe feda kirin bi hurmet bi bîr tînin. Ew cangoriyên ku Şengal rizgar kirin, navê xwe di vê erdnîgariyê de di dilên miletê Êzîdî de bi tîpên zêrîn dan nivîsandin. Ji ber di her bihustek axa vê derê de keda wan hevalan, xwîna wan hevalan heye. Tenê di nava bajarê Şengalê de 75 heval şehîd bûn. Ji bona wê em carek dinê heval Canpolat, Berxwedan, Zerdeşt, Egîd, Dilşêr, Hêlîn, Nûjîn, Rusyar û Gulçîn’an ku di giştî pêvajoya rizgarkirina Şengalê de şerekî dijwar dane meşandin bi hurmet bi bîr tînîn û li beranberî rastiya wan bejna xwe ditewînin. Di wê demê de li beranberî dijmin sîng bi sîng şerek hate meşandin. Li ser vî şerê  nav lê hate kirin; ev şerê fedaîtî û sebrê ye. Kolan bi kolan, mal bi mal şerekî bê hempa hate meşandin û ev axa pîroz ji ew çeteyên DAÎŞ’ê yên ku dewleta Tirk şandibûn, hate paqijkirin. Ya ku li vê derê hate paqijkirin hemû qirêjiya dîrokê bû û rûreşiya hevkarên dijmin û îxanetkaran bû. Yên ku eniya mirovahiyê gihîştande ezmanan jî ev cangorî bûn. Di vê esasî de ji yek pîroziyên civakê rastiya jin ya ku hatibû binpêkirin, careke din hate pîrozkirin û bi sedan jinên Şengalî ji destê DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin.

Heya niha li ser axa Şengalê me 406 şehîd dane. Ger îro Şengal bi serfirazî li ber xwe dide ev mîrasa van şehîdan e. Bi taybet kedê heval Seîd Hesen, Mam Zekî û Mam Beşîr e ku îro Şengal li ser piya dimîne. Îro Şengal di rêka şehîdan de pergala demokratîk bi sazî dike. Hêza me ya parastinê YBŞ-YJŞ li ser van rastiyan hatiye avakirin û îro di rêça şehîdan de xwe mezin dike. Ji xwe YBŞ- YJŞ di nav agirê şer de hate avakirin. Li ser maseyê li gorî hesabê hin dewletan nehatiye avakirin. Ev hêz di hinava hêrsa dilê miletê me yê Êzîdî de bi soza tolhildanê hatiye avakirin. Ji ber bi destê hinekan nehatiye avakirin, (gava li gorî hesabê wan neyê jî) kes nikare xirab bike. Îro jî li ser Şengalê fermanên din hatiye mohr kirin. Planên qirkirinê di meriyetê de ne. Lê xweseriya demokratîk û hêza parastinê YBŞ-YJŞ xwe bi hêz kiriye. Emê bi hêrsa hilîna tola şehîdan parastina xwe heya dawî berdewam bikin. Em dizanin ku yên Zerdeşt û Seîdan şehîd xistine berdewama DAIŞ’ê ne.

Ji bona wê em careke din diyar dikin ku em ê bi çek û ala xwe, bi soz û biryara xwe qedera qirkirinê bişkînin. Bi gelê xwe bi hev re em nema dihêlin ku ev milet bi komkujiyên bi vî rengî re rû bi rû bimîne. Em ê bi gelê xwe re, dest bi dest, mil bi mil şer bikin. Em ê bi hezkirina heval Seîd ya mirovahiyê, ew hêrs û kîna wî ya li hemberî xêrnexwaza, bi ew sebra wî ya derwêşane tevbigerin. Careke din em vê pîrozbahiya Şengalê di serî de diyarî malbatên hêja yên şehîdan, hemû miletê xwe yê Êzîdî û ji giştî mirovahiyê dikin.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYA

Show More
Back to top button