Ebu Mucteba: Rewşa Şengalê bi temamî arame û divê Iraq penaberan vegerîne

Berpirsê Encûmena Bilind ya Îslamî a Nînovayê diyarkir ku rewşa Şengalê bi temamî arame û bang li Hikumeta Iraqê kir; “Ji bo ku PDK penaberan bikarneyne, beriya hilbijartinên navxweyî dawî li dosyaya penaberan bînin.”

Berpirsê Encûmena Bilind ya Îslamî a Nînovayê Ebu Mucteba Şebkî derbarê malbatên Êzidî ên di wargehên Başûrê Kurdistanê de ji ajansa me re axivî.

Şebkî diyarkir ku rewşa Şengalê bi temamî arame û li Şengalê xizmetguzarî tê kirin. Şebkî dibêje; “Li gorî salên borî xebatên ji bo avakirina Şengalê zêdetir bûne, lê di hemû beşan de pêwîstî bi lezkirinê heye. Bang li Hikumeta Iraqê dikim, ji bo ku PDK penaberan di hilbijartinên bêde bikarneyne, dawî li dosyaya penaberan bînin.”

Di dawiyê de jî Şebkî got; “Tevî bi salane Şengal hatiye rizgarkirin, lê hîn jî penaber venegerandine ser warên wan, ev jî balkêşe. Bang li hikumet û aliyên peywendîdar dikîn ku penaberên Şengalê vegerînin ser cih û warên wan.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button