Ji ber Cejna Rojiya Êzî 4 roj betlaneya fermî hat ragihandin

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê ragihand, bi boneya Cejna Rojiya Êzî bi biryara serokwezîr ji bo tevayî karmendên Êzidî 4 roj betlaneya fermî hat ragihandin.

Ofîsa serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyek de ragihand, Serokwezîr Mihemed Şiya Sudanî bi boneya Cejna Rojiya Êzî 4 roj betlaneya fermî ji bo hemû karmendên Êzidî re ragihand.

Di daxuyaniyê de tê gotin, serokwezîr Cejna Rojiya Êzî li tevayî Êzidiyan pîroz dike û biryar daye ji bo tevayî karmendên Êzidî 4 roj betlaneya fermî be.

Her wiha hatiye diyarkirin Cejna Rojiya Êzî ya îsal dikeve rojên 12-15’ê Kanûnê de.

Di baweriya Êzdayetiyê de hefteya yekem û duyem a Kanûnê, rojên herî kurt ên salê ne, lewma di van hefteyan de 3 rojan rojî tê girtin. Li gorî awayên Êzdayetiyê rojên Sêşem, Çarşem û Pênşemê rojî tê girtin. Di van rojan de xwîn nayê rijandin, pêkanîn û gotinên xirab nayên kirin, kar nayê meşandin û tenê dua tê kirin. Lewma rojek beriya destpêkirina rojiyê, yanî roja Duşemê her malbatek sawelak serjê dike û ji vê rojê re jî “Roja Serbirê” tê gotin. Roja Înê jî cejna Rojiyên Êzî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

 12/12/2023

Show More
Back to top button