‘Bi fikrê Rêber Apo re me xwe nas kir û em gihiştin fikrandin û cewhera rast’ 

Sala 2014’ an çeteyên DAIŞ’ ê xwastin bi fermanekê ol û civaka Êzidî bi taybet jî jinên Êzidî bi bi vê qirkirinê ve bindest bikin. Bi hezaran keç û jinên Êzidî girtin û di bazar û kolanan de firotin. Ji bo vê fermandara Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) Axîn Întîqam bi boneya salvegera roja têkoşîna zexta li ser jinê vegeriya 2014’ an û behsa zîndana Tilizêr a girêdayê Şingalê kir.

Fermandara Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) Axîn Întîqam diyar kir ev zîndan di fermana 74’ an de di aliyê dijminê mirovahî DAIŞ’ê ve hatibû çêkirin. Ev jî rêbazekê zextê bû ku bikaribin kêç û jînên Êzidî bi dest bixin.

‘Me rastiya zexta li ser jinê bi fermanê re dît’

Fermandara Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) Axîn Întîqam wiha got; “Ev der dîrokek zindî di hundirê xwe de dihewîne. Pêşengên jin yên ku hiştin em berê xwe bidin reya azadiyê bibîrtînin û bejna xwe li beramberî van ditewinîn. Em rojekê wisa de ne ku em bikaribin dîrokê lepirsîn bikin, kesayeta xwe bigirin dest û bikaribin pêngavê rast biavêjin. Me rastiya zexta li ser jinê bi fermanê re dît. Ev jî nîşanda ku bi vê rastiyê re pergala bavîksalarî derbikeve derve.

‘Dîroka 2014’ an dîrokek zindî û  ber çave DAIŞ jî xwast civakekê di şexsê jinê tine bike’

Fermandara Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) Axîn Întîqam wiha berdewam kir; “Em jina dipirsin em berdel û tola çi nin û dîroka 2014’ an dîrokek zindî û berçave  DAIŞ jî xwast civakekê di şexsê jinê tine bike. Fermana 2014’ an de dehan jin  anîn zindana Tilizêr û xwastin di warê Êzidatiyê de baweriya civakekê tine bikin. Bi vê re wek soza tolhildanê hezaran keçên Êzidî çek rakirin û soza tolhildanê dan.”

‘Bi fikrê Rêber Apo re xwe nas kir û em gihiştin fikrandin û cewhera rast’

Fermandara Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) Axîn İntîqam herî dawî jî wiha got; me bi fikrê azad fikrê Rêber Apo re xwe nas kir û em gihiştin fikrandin û cewhera rast

 ROJNEWS/ ŞENGAL- HÊJAR AVESTA

Show More
Back to top button