Li Şengalê 27’ê Mijdarê hate pîrozkirin  

Li Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî ( YJCÊ) û Yekîtiya Ciwanên Êzidî ( YCÊ) 27’ê Mijdarê roja damezirandina  PKK’ê hate pîrozkirin

Li Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî ( YJCÊ) û Yekîtiya Ciwanên Êzidî ( YCÊ) 43’yemîn salvegera damezirandina  PKK’ê hate pîrozkirin. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahiyê li Baxçeyê Serok Apo ya li geliyê Kersê yê çiyayê Şengalê, bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Tevgera Azadiyê destpê kir.

Li ser navê YJCÊ  û YCÊ’yê daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê jina ciwan Henan Şengalî ve hate xwendin wiha tê gotin: “Em  di serî de 43. salvegera damezirnadina PKK’ê li serok Apo û tevahiya gelê xwe pîroz dikin û em dibêjin wê ev sal bibe sala bi dawîanîna tecrîda li Îmraliyê û dawîanîna li faşîsma dewleta Tirk. Gerîlayan di vê salê de bi têkoşîn û berxwedaniyek mezin dastan nivîsandin, em li wan pîroz dikin û berxwedaniya wan silav dikin. Ji bo tevahiya hevalên xwe  yên ku di vê oxirê de canê xwe dane, em soz didin ku ev sal bibe sala tolhildanê û misogerkirina serkeftinê.               .

Piştî daxuyaniyê endamên Navenda Çand û Hunera Şengalê dest bi strsnên şoreşgerî kirin û gel govend gerand.

Govendê heya saetên şevê dewam kir û piştî bû şev bi tîpên ji agir aavê  Apo û   bagan ‘Werin Cenga Azadiyê’ hatin nivîsandin.

ÎBRAHIM ÊZDÎN-ŞINGAL

Show More
Back to top button