Yekem car ji bo jinên Ereb li ser 25’Mijdarê semînerek hat dayîn

Ji aliyê Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve têkildarî 25’ê Mijdarê semînerek ji bo jinên Ereb hat dayîn. Di semînerê de îşaret bi şideta li ser jinê hat kirin û hat gotin, “Jin dikarin xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo rêxistin bikin û xwe ji şidetê rizgar bikin.”

Bi amdebûna beşek ji jinên gundên sinorî yên Şengalê ku pêkhateyên Ereb têde jiyan dikin, ji aliyê Tevgere Azadiya Jinên Êzidî ve  ji bo cara yekemîn semînerek li ser 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li dijî Şideta liser Jinê hate organîzekirin.

Semînerê li ber avahiya Meclisa gel a Gundên Sînorî, bi deqeyek rêzgirtina ji bo ruhê şehîdan despêkir. Piştre Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen axivî. Hesen di serîde balkişand ser tekoşîna jinê a di dîrokê de ku jin li himberî şîdetê dimeşînin û got : “Ne ji niha de bi sedên salaye li himberî jinê şidet tê kirin. Herdem xwestine ku jin di bindesthilatiya mêr de be û ji mafê wê hatiya dûrkirin. Li himberî vê gelek caran jinan hewil daye ku xwe ji vê şîdetê xilas bikin û tekoşîn kirine, lê herdem rastî şîdeta zêdetir hatine. Zêdebêna şidetê jî bi avabûna sîstema dewletbûnê pêşketiya, çawa dewlet xwe dike desthildar bi heman awayî di malbatê de jî mêr xwe li ser serê jinê kiriye desthilatdar. Ji bo ku ev yek bi dawî were jinên cîhanê dikarin xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo rêxistin bikin û ji şîdetê rizgar bikin.”

Di nava civaka Ereb jî de jin hatiya tine hesibandin.

Di dewama semînerê de jinan jî nêrînên xwe anîn ser ziman û gotin : “Di nava civaka Ereb de jî ji her derê zêdetir mafê jinê tê xwarin, taybetî di temenê biçûk de zewicandin gelek zêde ye, ev bi xwejî ji bo jina xeteriya. Jinên beşdarî semînerê bûne çareseriya pisgirêkên jin rûbirû dibin di fikir û ramanên Reber Ocalan de dibînin loma dibêjin  piştî belav bûna fikrê Rêber Apo di nava beşek ji Ereban de gelek guhertin çêbûne û li gorî berê ew hest bi azadiyê dikin.”

Bi dirûşmên “Bijî Serok Apo ” semîner bi dawî bû.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button