Rêveberiya Xweser serdana taziya gundê Koço kir

Cenazeyên 104 welatiyên me ku di gorên komî yên li Şengalê de hatibûn derxistin û ji bo testa DNA şandîbûn Bexdayê, piştî vegeriyabûn 6’ê Sibatê bi merasîmek bi heybet li gundê Koço hatibûn oxir kirin. Ji bo 104 welatiyên me ji bo 7 rojan konê sersaxiyê hatiye vedan.

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi nûnerên sazî û dezgehên xwe ve ku di nav de nûnerên Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Komîta Malbatên Şehîdan a Şengalê, nûnerê YBŞ’ê û YJŞ’ê û nûnerê Asayişa Êzidxanê pêk dihat serdana merasîma sersaxiyê ya li gundê Koço kir.

Di dema serdana sersaxiyê de têkildarî komkujiya 73’an, yek ji Fermandarên YJŞ’ê Axîn Întiqam û Hevserokê PADÊ Omer Salih ji rojnews re axivîn.

Fermandara YJŞ’ê Axîn Întîqam bal kişand ser komkujiyên ku di fermana 73’an bi destê çeteyên DAIŞ’ê li ser civaka me pêk hatibûn û got; “Di sedsala 21. de li pêş çavên cihana ku dibêje ez pêşkeftî me, bi destê çeteyên hov fermanek ku mînaka wê li ti derên cihanê tine ye, li ser Êzidiyan pêkhat. Lê cihan ji vê re ker, lal û bêdeng ma. Ev ferman jî di bin berpirsiyartiya dewletên navnetewî, dewletên ku berjewendiyên wan di vê fermanê de hebûn bi taybet jî bi destê hevkarê xwe Erdogan û mala Barzanî kirin.”

Întîqam tekez kir ku ewê wek YJŞ bi hêza xwe ya parastina jinan hesabeke mezin ji hemû kesên ku destê wan di fermana 73’an de hebû bixwazin û wiha pêde çû:” Em carek din bejna xwe li hemberî hemû şehîdên fermana 73’an di tewînin. Em ê wan ti caran ji bîr nekîn. Emê bi rêxistina jinên Êzidî tola wan ji neyar û kujerên vê fermana 73’an de destê wan hebû bixwazin. Banga me jî ji hemû jinên Êzidî re heye, bila fermana 73’an ji bîra nekin û berê xwe bidin cihê ku jin xwe nas dikin û berê xwe bidin hêza parastina xwe YJŞ’ê.”

Hevserokê Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan Omer Salih jî têkildarî mijarê wiha got:” Em li hemberî hemû Şehîdên fermanê serê xwe ditewînin û bila rihê wan şad be. Îro em bi nûnerên hemû sazî û dezgehên Şengalê hatine taziya 104 qurbaniyên Koço. Em ê heta dawiyê di têkoşîna xwe de wan ji bîr nekin. Em ê ji bo tola wan heta dawiyê ji bo xweseriya Şengalê têkoşîn bikin.”

ÇAVKANÎ; LEYLA LORÎN/ŞENGAL-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button