Wê welatiyên Şengalê li dijî êrişên dewleta Tirk bimeşin
Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê wê welatiyên Êzidî meşek girseyî lidar bixin. Komîteya meşê bang li tevahiya gelê Êzidî kir ku rabin ser pilan û rê nedin êrişên dagirkeriyê.
Welatiyên Şengalê wê di 19’ê Hezîranê de bi awayek girseyî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê û planên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yên li ser Şengalê bimeşin. Wê meş di saet 16.00’an de li Çerxeriya nehya Sinûnê destpê bike. Komîteya Amadekar a Meşê banga tevlîbûnê li civaka Êzidî kir.
Ji komîteta Amadekar a Meşê Nayif Şengalî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk dewam dikin û got: “Pêwîste em wek gel sînorekî ji van êrişan re deyînin û bêdeng nemînin. Dewleta Tirk bê ku cudahiyê bixe nav de, gelê me dike hedef û kî berbikeve wan qetil dike. Li ser vî esasî em bang li gelê xwe dikin, di roja Yekşemê di 19’ê Hezîranê de li Çerxeriya nehiya Sinûnê lihev kom bibin û dengê xwe bigehînin raya giştî, dakû rê liber van êrişan bigirin.”
Endama Kordinesyona TAJÊ’ê Caklîn Hisên jî bang li jin, ciwan, serokeşîr û tevahiya Êzidiya kir ku rabin ser xwe û rê li ber van êrişan bigirin û êdî bêdeng nemînin. Hisên got: “Pêwsîte niha gelê me destekê bide Rêveberiya Xweser a Şengalê, di van êrişan de meclisên gel tên hedefgirtin û sivîl tên qetilkirin. Divê em li hemberî van êrişan rabin, em ne ji bo tu kesekî radibin. Ev ji bo Êzdîtayêye werin em hemû li Êzidîtiya xwe xwedî derkevin.”
ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ŞENGAL