Malbatên Şehîdan: Dengê xwe bidin ew kesê ku li Çiyayê Şengalê şer kiriye

Malbatên şehîdan bi rojeva hilbijartinê kom bûn û ragihandin ku ewê dengê xwe bidin ew kesê ku girêdayî xeta şehîdan e. Yek ji dayikên şehîdan Dayê Pakîze bibîrxist ku Qasim Keşko di fermanê de parastina Çiyayê Şengalê kiriye û got: ‘’Hêviya me ew e mirovê li Çiyayê Şengalê şer kiriye biserkeve.       00:00

Ji bo hilbijartina parêzgehan a di 18’ê Kanûnê de êdî bi tenê çend roj mane û li Şengalê jî amadekariyên çûna ser sindoqan û xebatên biserxistina namzetên PADÊ di çend rojên dawî de geştir bûye. Rêveberiya Xweser a Şengalê, hilbijartina encûmena parêzgeha Mûsilê ji bo çareserkirina pirsgirêkên îdarî yên Şengalê wekî gavekî girîng dinirxîne û bi hedefa mîsogerkirina mafê xweseriyê amadekariyên xwe dimeşîne.

Herî dawî li Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş.Berxwedan bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi malbatên şehîdan re civîneke berfirek lidarxistin. Malbatên şehîdan ên Êzidî û gelê Ereb di civînê de amade bûn û her wiha namzetê PADÊ ya bi ser lîsteya Yekîtiya Gelên Nînowayê qasim Keşko jî beşdarî vê kombûnê bû.

‘Em bi keda şehîdan dikarin xwe rêvebibin’

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Xwedêda Ilyas axaftina destpêkê ya civînê kir. Xwedêda Ilyas balê kişand ser têkoşîna bi sedan şehîdên parastin û rizgarkirina Şengalê û got: “Em îro dikarin bi keda şehîdan li ser axa xwe ya pîroz bijîn, parastina mafên xwe bikin, xwe birêvebibin. Em bi keda wan careke din vegeriyan Şengalê.’’

ROJNEWS-ŞENGAL

 12/12/2023

Show More
Back to top button