TAJÊ: Em ê canê xwe bidin lê axa awe nadin

TAJÊ têkildarî êrişên dawî yên li ser Şengalê daxuyaniyek da û ragihand ku her çiqas êriş pêk bê jî dê nikaribin civaka Êzidî ji doz, ax bîr û baweriya wê dûr bixin û ew ê wek jinên Êzidî heya dawî li pişt hêzên xwe bin û Şengalê bi hev re biparêzin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê yên li ser Şengalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de soza tolhildana tola şehîdan û şopandina riya wan hat dayîn. Her wiha bêhelwestiya hikumeta Iraqê hat şermezarkirin û hat gotin ku heta zarokekî Êzidî bimîne ew ê dev ji axa Şengalê bernedin.

Li Şengalê îro dîsa di seatên nîvroyê de dewleta Tirk a dagirker careke din êrişeke hewayî pêk anî û wesayîdeke asayîşa Êzidxanê kir hedefa xwe. Di encama êrişê de ji rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo jiyana xwe ji dest da. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ der barê vê êrişê û êrişa di 27’ê Sibatê ku di encamê wê de fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da.

‘Yên terka axa xwe dikin terka ol şeref û namûsa xwe jî dikin’

Daxuyanî li pêşiya Meclisa Jinan a komalgeha Xanasorê hat dayîn. Di destpêka daxuyaniyê de Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Meyan Nasir axivî. Meyan Nasir di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest, bêhelwestiya hikumeta Iraqê rexne û şermezar kir û wiha got: “Em dewleta Iraqê şermezar dikin ku ruxmê ewqas êrîşên dewleta Tirk jî dîsa bêdeng e, tu helwestek Iraqê nîn e. Lê em tu car li hêviya tu kesî namînin. Bila Erdogan û yên ku destek didin wî baş bizanibin ku em xwîna zarokên xwe ji wan re nahêlin. Em bê bersiv namînin. Em ê tola şehîdên xwe rakin. Çiqas êrîş li ser me pêk bên jî em ser û malên xwe jî bidin em terka ola xwe û terka axa xwe nakin. Yên ku terka axa xwe dikin olek wan nîn e. Yên terka axa xwe bikin şeref û namûsa wan tune ye.”

‘Em ê canê xwe bidin lê axa awe nadin’

Meyan Nasir di dawiya axaftina xwe de wek dayikên Şengalê helwesta xwe diyar kir û got ku heta dawî ew ê li pişt zarokên xwe bin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Bila dijmin baş bizanibe ku her çiqas êriş zêde dibin kîn û hêrsa me jî zêde dibe. Em tola zarokên xwe li erdê nahêlin. Hikumeta Iraqê radibe dibêje Şengal beşeke ji Iraqê ye. Ka ger rast dibêje çima li hemberî êrîşên li ser Şengalê bêdeng e? Em wek dayik em ê bi zarokên xwe re çekê hilbigirin û parastina Şengala xwe bikin. Ger em canê xwe jî bidin, em terka doza xwe û axa xwe nakin.”

‘Bir mirina bi şeref an jiyana bi rûmet’

Di berdewamiya daxuyaniyê de Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Kinê Xidir jî axivî, dayê Kinê wiha got: “Em civakekî ku bi 74 fermanan heta roja îro hatiye, bi şehîdên xwe ve bi hêz dibe, serbilind dibin. Dijmin ji bo çavên me bitirsîne êrîşê Şengal dike. Lê em tu carî natirsin û terka Şengalê nakin. Şengal mala me û gora me ye. Em heya dawî li pişt zarokên xwe yên ku xwe kirine mertal ji bo me biparêzin, em jî îro mertalên ji bo Şengalê biparêzin. Em terka Şengalê nakin. Em ê heyfa şehîdên xwe hilînin. Bir mirina bi şeref an jiyana bi rûmet.”

‘Em ev jî Şengala xwe bernadin’

Kinê Xidir di dawiya axaftina xwe de bang li hemû civaka Êzidî kir ku xwedî helwest bin û li hember xeteriya li ser Şengalê bi xîret bin û wiha got: “Ger yek Êzidiyek mabe em terka Şengalê nakin. Bêrîvanên me, Egîdên me, Pelşînên me, Saîdên me hene. Yên ku çeka Dijwar, çeka Pîr Çeko, Agir rakin hene. Bila dijmin vê yekî bizanibe. Ger hemû dinya bibe yek û êrîşê çiyayên Şengalê bike jî em Şengalê terk nakin. Em soz didin me biryara xwe daye. Ger yek ji me jî bimîne em ê hesab ji dijmên xwe yên xwînvexwar bipirsin. Em bang li hemû civaka Êzidî dikin îro roja xîretê ye. Ev şehîd ne tenê yên malbata xwe ne, hemû zarokên me ne. Îro carek dîsa êrîşê Şengalê kirin. Rast e em bi derbên wan diêşin lê em natirsin û em ê her dem li ber xwe bidin. Hol hola Tawisê Melek e hol hola Tawisê Melek e.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.

Şengal

 

Show More
Back to top button