Kazimî behsa êşên Êzidiyan kir, lê mixabin…

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, piştî ku balafirên dewleta Tirk a dagirker navenda Şengalê bombebaran kir de, çû serdana gundê Koço yê Şengalê. Kazimi wê serdana navenda Şengalê jî bike.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî Musilê derbasî gundê Koço yê Şengalê bû. Kazimî û şandeya pê re li vir goristanên kesên ku di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de hatine qetilkirin, ziyaret kirin.

Mistefa Kazimî ku li ser goristanê axaftinek kir, got: “Em qurbaniyên gundê Koço bibîr tînin û em bi hevre êrêş ku DAIŞ bûye sedema wan, dikişînin. Her êşek wê di têkoşîna me ya dijî terorê bibe hêzek. Her wiha dê pêwendiya xwînê ya di navbera pêkhateyên Iraqê de zêde bike. Tu tişnek li pêşiya avakirina welatê me û yekrêziya siyasî, etnîkî û olî nikare bibe asteng.”

Mistefa Kazimî diyar kir ku divê êşa Êzidiyan neyê dubarekirin û got: “Emê mafê Êzidiyan biparêzin. Êzidî jî pêkhateyek Iraqê ne. Xwîna miletê Iraqê ne erzan e.”

Kazimî behsa êşên Êzidiyan kir, lê qet li ser êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker ku îro li Şengalê dîsa dijî Êzidiyan pêk hat, ne sekinî.

Kazimî û şandeya pê re wê piştre jî serdana firqeya 20 a Artêşa Iraqê bike û piştre jî biçe navenda Şengalê.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button