Meclîsên Gel: Qasim Keşko parastina Şengalê kiriye, dengê xwe bidin wî

Meclîsên gel ên Şengalê ku ji bo hilbijartinê seferber bûne, piştgiriya xwe ya ji bo namzetê PADÊ Qasim Keşko ragihandin û bi van gotinan banga çûna ser sindoqan li gel kirin: ‘’ Namzetê me Qasim Keşko di fermanê de li Çiyayê Şengalê ma, parastina ax û gelê xwe kir. Em ji gelê xwe dixwazin dengê xwe bidin Qasim Keşko ku daxwazên gelê Şengalê bibe Encûmena Parêzgeha Nînovayê.’’

Li Şengalê amadekariyên dawî ji bo hilbijartina encûmena parêzgeha Mûsilê têne kirin û civaka Êzidî ji bo daxwaza mafê xwe yê xwerêvebirin û xweparastinê eleqeyeke xurt nîşanî hilbijartinê dike. Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê ku ji bo hilbijartinê seferber bûne, li pey hev destek û piştgiriya xwe ya ji bo namzeta PADÊ Qasim Keşko radigihînin. Meclîsên gel yên Şengalê têkoşîn û berxwedana Qasim Keşko ya dema fermana 2014’an bibîr xistin û banga çûna ser sindoqan li gele Şengalê kirin.

Sebeh Xwedêda

Endamê Meclîsa Gel ya Sinûnê Sebeh Xwedêda bibîr xist ku ji sala 2010’an heya roja me ji ber hesabên siyasî hilbijartina parezgeha Nînovayê çênebûne û got: ‘’Ji bo hilbijartinê namzetek civaka Êzidî heye. Qasim Keşko di fermanê de li Şengalê maye, li ber xwe daye û birîndar bûye. Wî şerê DAIŞ’ê kiriye. Eger namzetek wisa were hilbijartin wê di xizmeta civakê de be, di xizmeta Şengalê de be. Em jî bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe bidin Qasim Keşko.’’

‘Wê Daxwazên Gel Biçe Encûmena Mûsilê’

Meclîsa Gel ya Dîgurê jî destek û piştgiriya xwe ji bo namzetê PADÊ Qasim Keşko anîn ser ziman û banga çûna ser sindoqan li gele Şengalê kirin. Endamê Meclîsa Dîgurê Xêrî Casim diyar kir ku hilbijartina Encûmena Parêzgeha Mûsilê ji bo civaka Êzidî pir girînge û sedema vê wiha şîrove kir: ‘’Me divê em bi awayeke cidî li ber vê hilbijartinê rabin. Ferze li ser me em namzetekî gel bişînin Encûmena Parêzgeha Nînovayê. Ev namzet li ser navê hemû Şengalê tê hilbijartin. Wê ne tenê ji bo partiyeke siyasî bişixule, ji bo berjewendiyên gel kar û xebat bimeşîne. Wê daxwazên gelê Şengalê biçe encûmena parêzgeha Nînowayê.’’

‘Ev Hilbijartin ji ya Parlemenê Girîngtire’

Xêrî Casim

Xêrî Casim destnîşankir ku civaka Êzidî heya niha di bin desthilatdariya ne kesên Şengalî de hatiye rêvebirin û wiha pê de çû: ‘’Ger namzetek me biçe encûmenê wê daxwaza mafên me bike. Heya niha kesek nîne daxwaza mafên me bike ji hikumeta Iraqê. Hilbijartina encûmena parêzgehan ji me re ji ya parlamenê girîngtir e. Hemû mafên me yên wenda di bin berpirsyariya parêzgeha Mûsilê de ye, heqê me li ser parêzgeha Mûsilê heye.’’

‘Qasim Keşko li Çiyayê Şengalê Şer Kiriye’

Endamê Meclîsa Gel a Dîgurê Xêrî Casim di dawiyê de ban dli hemû civaka Êzidî kir da ku bi dilekî xweş biçin ser sindoqan û got: ‘’Dengê we ji we re ye. Dengê we parastina we ye. Eger hun dengê xwe li dijî xwe bişixulînin, gazina we êdî ji we re ye. Eger tu nikarî ji xwe re bikî, ji dijminê xwe re jî neke. Namzetê me Qasim Keşko di fermana 2014’an de li Çiyayê Şengalê ma, şer kir, parastina axa xwe û gelê xwe kir. Em ji gelê xwe dixwazin hemû dengê xwe bidin Qasim Keşko. Ew heq dike ku biçe encûmena parêzgeha Mûsilê. Ger were hilbijartin em dizanin ku pişta me bi wî germ e.’’

‘Qasim Keşko Parastina Axa Xwe Kir’

Hemo Şengalî

Endamê Meclîsa Dîgurê Hemo Şengalî jî civaka Êzidî hişyar kir da ku ferman û talana bi ser wan de hatî ji bîr nekin û wisa biçin dengdanê û wiha berdewam kir: ‘’Em bi hêvî ne vê carê gelê me bi hêzeke mezin rabe ser xwe û dengê xwe bide xwe. Namzetê me jî Qasim Keşko ye. Êdî bes dengê me belav bibe, dengê me biçe însanên ku li dijî me bişixule. Eger me namzetê xwe şand encûmena parêzgeha Mûsilê, emê karibin daxwaza mafên xwe bikin. Qasim Keşko parastina axa xwe kir, di fermanê de li dijî DAIŞ’ê şer kir û birîndar bû. Kesekî hêja ye û eger cihê xwe di encûmena parêzgeha Mûsilê de girt wê daxwaza mafên Êzidiyan bike.’’

ŞENGAL-ROJNEWS

 12/12/2023 

Show More
Back to top button