Jinên Şengalê perwerda çekê dibîne

Jinên Şengalê yên li hemberî êrîşan bi biryare û berxwedanî hilbijartiye perwerda çekê dibînin û li ser hîmê xwe parastinê perwerde dibînin

https://www.youtube.com/watch?v=dMEAv-hJbPo

Piştî fermana 3 yê Tebaxa 2014’an xelkê me di her warî de xwe rêxistin kirin. Bi taybet jî jinên Şengalê ji bo tola keç û dayikên xwe yên ku di fermanê de hatin qetil kirin, tune kirin û firotin hildin, di her warî de xwe perwerde dikin.

Ev li xweşiya hêzên deshilatdarên herêmê naçe bê gûman ji ber ku van hêzan dixwazen carekdin fermanek li ser serê xelkê me de bînin. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de Hikumeta Îraqê û Hikumeta Herêma Bakurê Kurdistanê peymanek imze kirin. Armanca lihevkirinê teslîm girtina îrade û rêxistinbûna xelkê me, bê parastin hiştin û teslîm girtin e.

Li hemberî peymanê welatiyên me di nava çalakiyan de ne.

Heman demî xebatên perwerdeyî jî berdewam dike. Jinên Şengalê yên li hemberî êrîşan bi biryare û berxwedanî hilbijartiye perwerda çekê dibînin û li ser hîmê xwe parastinê perwerde dibînin. Jinên tevlî perwerdê bûne wiha dibêjin: “Emê ax û rumeta xwe biparêzin. Em parastina xwe bi  dest tu hêzên biyanî ve bernadin.”

Di 25’ê Adarê de jî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi nûnerên YBŞ û YJŞ’ê, Asayîşa Êzidxanê, PADÊ û TAJÊ, rêxistinên civakî yên sivîl ên Şengalê û rûspiyên herêmê re li ser rewşa dawî ya Şengalê û gefên Hikumeta Îraqê civiyan. Piştî civînê bi daxuyaniyek hevbeş biriyara xwe ya li hemberî êrîşan berxwedanê ji raya giştî re eşkerekirin. Girêdayî heman mijarê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi awayek xweser civiya û bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li hemberî gefan nişanda.

Jinên Şengalê yên li hemberî hemû êrîşan biryara parastina ax û rumeta xwe dan û niha perwerda çekê dibînin dibêjin: “Em ji bo metirsiyên ser axa xwe û ji bo vêcarê jî em di fermanan de tune nebin, pêwiste em xwe perwerde bikin, ji ber civakek bê parastin her dem li ber tûnebûnê ye.”

“EMÊ Bİ ÇEK Lİ PÊŞBERÎ WAN BİSEKİNİN”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) Zozan Şengalî di derbarê giringiya xweparastinê de ev nirxandin kirin: “Em îro xwe fêrî sîlahê dikin. Berî Fermanê me ne dizanî wê pêdivî pê hebe ku jin jî çek fêr bibe lê piştî fermanê me girîngiya vê yekê dît. Jin jî divê xwe fêrî silahê bike ji ber ger weke jinên Êzidî me di fermanê de çek zanîba wê demê wê ewqas keçên me ne hatiban kûştin û revandin. Bi alîkariya gerilayên Rêber Apo me zanî ji her mirovekê re parastin şerte. Bi taybet jî gelek weke me yê ku her di qirkirin û fermanan de derbaz kûyî divê her tim girîngiya xwe parastinê bizanibe. Niha Hikumeta Îraqê dixwaze were çiyayên me û destkeftiyên me ji destê me bigire. Weke jinên Şengalê em rê nadin vê yeke, tenê bi me ma be emê çekên xwe bigirin û li pêşberî wan bisekinin.”

“Jİ BO ME DAYİKAN JÎ PERWERDA ÇEKÊ LAZİME”

EndamaTevgera Azadiya Jinê Êzidî (TAJÊ) Meyan Salih jî wiha qala girîngiya fêrbûna çeke kir û wiha pêde çu: “Îro li vir em perwerdeya silehan dibînin. Ji me re gelek girînge ji ber me weke civaka Êzidî gelek ferman jiyane kir. Em êdî ne mecburin serê xwe li ber fermanan danin, ji ber me hêza xwe avakiriye êdî zarokên me parastina me dikin. Em jî weke dayikên wan weke xûşkên wan li beram berî her gefeke li ser Şengalê li ser çiya û zarokên em hembe emê li beramber bisekinin. Emê jî li pêşiya zarokên xwe perwerde bibin û emê bi hev re rê ji tevahî êrîşên dagirkeriyê bigirin.”

ÇAVKANÎ: ELMAS NAYIF-SITÎ ROZ-ŞENGAL-JİNHA

Show More
Back to top button