Li Qamişlo salvegera Şoreşa Rojava bi coş hat pîrozkirin 

Li Stada Şehîdên 12’ê Adarê ya Qamişloyê 9’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi şahiyek girseyî hat pîrozkirin

Di saetên êvarê de li Stada Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişloyê salvegera 9’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi tevlibûna hezaran kesan pêkhat.

Pîrozbahî ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ve hat organîzekirin.

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê ji Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Çerkes bi cil û bergên xwe yên folklorî beşdarî şahiyê bûn.

Qada şahiyê bi pankartên bi nivîsên “Rêveberiya Xweser rêveberiya me ye”, “Bijî biratiya gelan”, “Ji warê şoreşê bijî berxwedana gerîla”, alên Kongreya Star, PYD, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, şehîdên şoreşa 19’ê Tîrmehê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatiye xemilandin.

Ji heft salî heta heftê salî dirûşma silavkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê û şermezarkirina dagirekriya Tirk berz kirin.

Gaziyên şer ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan bi “Şehîdên zindî” bi nav dike, cihekî sereke di şahiyê de girtin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên azadiyê destpê kir.

Piştî koma mûzîkê Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl derket ser dikê û axivî. Xelîl ev got: “Di serî de cejna Şoreşa Rojava li Rêber Apo û hemû şehîdên Şoreşê û hemû gelan pîroz dikim. Bi saya şehîdan pêvajoya şoreşê destpê kir û hê jî didome. Hê jî neqediyaye. Her ku diçe êrîş û gef didomin. Van hovan Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Heta ev qad azad nebin em ê bi hev re têkoşînê mezin bikin. Em bi hev re Rêveberiya Xweser a projeyeke mînaka jiyana demokratîk û hevpar e ava bikin.

Em nakevin bin kontrola DYE û Îranê. Îro li ser Başûrê Kurdistanê êrîş hene. Ji vir bang dikin; ti kes bila nebin aliyê vî şerî. Ji bo Başûr nebin aliyê dagirkeran. Çareserî ji bo Sûriyeyê mimkûn e. Şam ku çareseriyê dixwaze divê li gel Rêveberiya Xweser rûne. Rêveberiya Xweser amade ye li gel Şamê rûne. Ji bo diyalogê amade ye. Eger êrîşên li ser herêmê dom bikin, wê ev gel bi şerê gel ê şoreşgerî têkoşîn bike û li ber xwe bide. Pêwîstî bi vê şoreş û rêveberiyê heye ku 12 hezar şehîdên xwe dane. Ev rêbaz ji bo şaştiya nrast bike û ruhê şoreşê bidomîne, ji bo hilbijartinê amadekarî dike. Carekî din Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz dikim.”

Di dewama şahiyê de komên mûzîkê yên Kurd, Ereb û Suryan derketin ser dikê.

ANF Images
ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN
Show More
Back to top button