Xelkê Şengalê: Em dikarin xwe li çiya jî li deştê jî biparêzin

Endamên meclîsên gel ên Şengalê bang li civaka Êzidî kirin ku bibin xelekek ji pergala parastina Şengalê û ev peyam dan: “Pêwîste gelê me xwe biparêze û piştgiriyê bide hêzên xwe yên parastinê. Îro êrişek li ser me çêbe em dikarin li gundê xwe çeka xwe rakin û li ber bisekinin. Em ne bi tenê li çiya, li beriya (deştê) jî xelkê me dikare xwe biparêze.”

Dema di 3.8.2014’an de bi destê DAIŞ’ê fermanek nû li ser civaka Êzidî hate ferzkirin û şûrê fermanê hemû Şengalê da ber xwe, bi sedhezaran Êzidî bi neçarî berê xwe dan koçberiyê. Bi deh hezaran Êzidî jî xwe gîhandin Çiyayê Şengalê û bi pêşengiya gerilayên azadiyê dest bi azmûna xwe ya yekem a parastina cewherî kirin. Di nav 10 salên borî de ev azmûn û ceribandinên xwe parastinê êdî gîhaye astek xurt ku civaka Êzidî xwe bike xwedî pergaleke parastinê.

Fikrê parastina cewherî ku bi xwe re hêzên YBŞ-YJŞ’ê û Asayîşa Êzîdxanê birêxistin kir, îro di nav hemû civakê de berbelav dibe. Civaka Êzidî bi şiara ‘Xwe Ji Fermanê Biparêze’ xwe tevlî pergala parastinê dike û xwe amade dike ku ew kesên wê ji koçberiyê vegerin perwerde bike û bike xelekek ji pergala parastina cewherî. Endamên meclîsên gel jî behsa ezmûna xwe ya parastina cewherî kirin û bang li hemû civaka Êzidî kirin ku herkes bi qasî hêz û taqeta xwe barê parastina Şengalê bigirin ser milên xwe.

‘Me biryar da ku em parastina xwe bikin’

Hevserokê Meclîsa Gel a Serdeştê Mirad Şêrînê da zanîn ku di dema fermanê de tevî malbata xwe ji Çiyayê Şengalê derneketine û wiha axivî: “Bûye 10 salên me em li Çiyayê Şengalê mane. Fermana 2014’an ji ber xefletê hate serê me lê îro hêzên me yên parastinê hene. Îro li Şengalê hêza me heye, ev hêz pişta civaka Êzidî ye. Ev hêz di rewşeke giran de, di nav fermanê de hate avakirin, keç û xortên me biryar dan ku parastina cih û warê xwe bikin. Ji ber ku di fermanê de hêzên ku parastina me dikirin dest ji me berdan.”

‘Gel bi xwe dikare parastina xwe bike’

Mirad Şêrînê diyar kir ku gelê Şengalê îro dikare bi hêza xwe ya cewherî bersiva her cûre êrişê bide û erka ku dikeve ser milê gel jî wiha anî ser ziman: “Eger êrişêk li ser me, li ser hêzên me yên parastinê çêbibe emê jî pişta hêzên xwe bigirin. Ji xwarin û xexwarinê heya karên cûda em dikarin piştgiriya hêzên xwe bikin. Li gel hêza xwe ya leşkerî, wekî civak em jî dikarin xwe biparêzin.”

‘Her yek ji me wê li gundê xwe çeka xwe rakin’

Hevserokê Meclîsa Gel a Serdeştê Mirad Şêrînê bibîrxist ku di fermanê de pêşmergeyên PDK’ê pişta wan berdane û reviyane û asta pêşketina civaka Êzidî ya di qada parastina cewherî de wiha şîrove kir: “Îro em dikarin weke gel parastina xwe bikin. Îro êrişek li ser me çêbibe her yek ji me dikarin li gundê xwe çeka xwe rakin û li ber xwe bidin. Em beriya fermanê bê perwerde bûn lê niha em bi perwerde ne, em dikarin parastina xwe bikin. Civaka me ji xwe re fikrekê hilgirtiye, pê zana û xurt bûye. Civaka me dikare bi vî fikrî gavan bavêje, xwe biparêze. Şivanekî ku ev fikir pê re be, dikare xwe jî biparêze, pezê xwe jî biparêze, axa xwe jî biparêze. Dikare xwe ji fermanê biparêze. Û ne bi tenê li çiya, li beriya jî xelkê me dikare xwe biparêze. Niha gelê me vedigere Şengalê, yên niha li Şengalê ne dikarin gelê me yê ku vedigere jî biparêze heya ku ew jî xwe perwerde dikin.”

‘Berxwedanî ne bi tenê bi çekê ye’

Endamê Meclîsa Gel a Dîgurê Mirad Simoqî bi peyva ‘Av disekine lê dijmin nasekine’ derbarê pîlanên qirkirinê yên li ser Şengalê hişyarî da civaka Êzidî û ji bo parastina cewherî ev nirxandin kir: “Berxwedanî ne tenê bi çekê ye, berxwedaniya her tiştî heye. Berxwedana rêxistinî, fikrî, çandî heye. Beriya fermanê eger hêza me ji axa me ji ava me bûya, ji çiyayê me bûya di ser laşê wan re derbas jî bûna terka dayik û xwişkên xwe nedikirin. Yên ku ji pişt me reviyan, ne dayik û xwişkên wan li Şengalê hebû ne jî Şengal ax û ava wan bû.”

‘Pêwîste gel xwe biparêze’

Mirad Simoqî diyar kir ku pêwîste her endamekî civakê li ser esasê parastina cewherî were perwerdekirin û got kir: “Me divê em hêzeke çêkin ku Êzidiyan perwerde bike, birêxistin bike û pêwîste gel xwe biparêze. Niha Asayîşa Êzîdxanê heye, pêwîste gelê me xwe biparêze û piştgiriyê bide hêzên xwe yên parastinê.”

Show More
Back to top button