MXDŞ’ê peyama Newrozê ragihand

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi peyamekê Cejna Newrozê pîroz kir û ragihand ku bi pêxistina agirê Newrozê gel bersiva dijmin da û hate îspatkirin ku wê ti kes nekare rê li pêşiya gelê Êzidî bigire

MXDŞ’ê cejna Newrozê li tevahiya gelên azadîxwaz û taybet li civaka me pîroz kir û wiha got: “Salane li Şengalê bi pêşengiya MXDŞ’ê bi girseyî û beşdariya bi hezaran kesî cejna Newrozê dihate pîrozikirin, lê îsal ji ber zextên Iraqê yên di çarçoveya pêkanîna peymana PDK’ê û Kazimî de, herwiha girtina hinek rêyên sereke yên ji aliyê artêşa Iraqê ve ji bo hatin û çûna gelê me dibe asteng, îsal weke salên din li Şengalê ti şahiyên berfireh nayên lidarxistin. Gelê me di êvara Newrozê de bi pêxistina agir îspat kir ku ti kes nikare Êzidiyan bê îrade bike. Bi pêxistina agirê Newrozê ya li hemû gund û navçeyên Şengalê gelê me bersiva dijminan da. Her kesî li mal û herêma xwe bi komên biçûk Newroz pîroz kir.”
Di berdewamiya peyama MXDŞ de vana hate ser ziman: “Em wek MXDŞ’ê herdem ji bo yek parçeya axa Iraqê me hewl daye û ji bo pêkanîna aştî, aramî û demokrasiyê me li ser vê axê bedelên giran dane, da ku gelê me ê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe ve karibin van bone û şahiyan bi dilxweşî derbas bikin. Mixabin beşek ji hikûmeta Iraqê ku wisa didin diyarkirin ku ew dixwazin aramiyê li Şengalê vegerînin bûne sedema acizbûna gelê me.
Di dawiyê de em didin diyarkirin ku wê kes nekaribe gelê me bê îrade bike. Careke din em cejna Newrozê li tevahiya gelê xwe pîroz dikin û em dibêjin berxwedan û îradeya gelê me wê teqez bi serbikeve. Em wek Êzidî ji bilî berxwedana ji bo bi destxsitina mafê xwe yê rewa rê nadin ti pilanek din li ser me bê kirin û emê ferzkirinê li ser xwe qebûl nekin.”

Show More
Back to top button