Şervanên YBŞ’ê bi merasîmekê şehîdên fermana 3’yê Tebaxê bibîr anîn  

Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) yên ji pêkhateyên Ereban pêk tê, di Deriyê Şilo a Şengalê bi merasîmekê şehîdên fermanê bi bîranîn. Fermandarê YBŞ’ê Xelîl Ereb got ku êdî şervanên Ereb û Êzidî di heman çeperan de dijî DAIŞ’ê şer dikin.

Îro salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an e. Di 7’emîn salvegara fermanê de, şehîdên Şengalê têne bi bîranîn.

Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê jî bi merasîmek leşkerî, şehîdên fermanê bi bîr anîn.

Di merasîma leşkerî de yek ji fermandarên YBŞ’ê Xelîl Ereb axivî, Xelîl Ereb destpêkê komkujiya li ser Êzidiyan bi tûndî şerzarkir û behsa êrişên hovane yên DAIŞ’ê kir. Xelîl got; “Di van êrîşan de gelek windahî û komkujî çêbûn.

Piraniya kesên ku hatin revandin, kuştin û ji qatlîaman re derbas bûn keç û jinên Êzidî bûn û ji vê wehşetê para xwe girtin. Ji bo vê jî ev roj ji bo me rojekê xemginiyê ye.”

‘Şervanên Ereb û Êzidî di heman çeperan de şer dikin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Xelîl Ereb şervanên di oxira Şengalê de şehîd ketine bibîr anî û wiha berdewam kir: “Heger ku em aniha divê xakê de bi parastî kom dibin, bi saya hevreyên ku li ser wê xakê xwîna xwe dayîn e.

Îro piştî ku di herêmê de Yekîneyên Berxwedana Şingalê avabû, di bin sîwana yekitiya gelan de hemû pêkhateyên herêmê bûne yek û dikarin bi hev re DAIŞ’ê têk bibin. Me karî ku tiştek ku DAIŞ’ ê tune kiriye em îro bi berxwedaniya xwe bi dest dixin. Ji ber ku pêkhateyên Ereb û Êzidî di roja me ya îro de di eynî çeperan de şer dikin.”

‘Em spasiya PKK’ê dikin’
Fermandar Xelîl Ereb di dawiya axaftina xwe de jî got; “Di roja reş a fermanê de PDK’ê me tenê hêlan. PDK’ê, bi hevkariya DAIŞ’ê re wekî di tepsiya zer de keç û xortên Êzidxanê teslîmê DAIŞ’ê kir. Ji bo vê jî em ti caran rê nadin ku hêzên mîna PDK’ê berê xwe bidin Şengalê. Her wiha em spasiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK ) dikin. Em wekî şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê li hemberê DAIŞ û kesên mîna DAIŞ’ê bi hêzin.”
Merasîma leşkerî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

HÊJAR AVESTA-SOZDA XEBAT 

Show More
Back to top button