Jinên Êzidî û Ereb ên Şengalê: Em serî natewînin

Jinên Êzidî û Ereb ên Şengalê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan kirin û gotin ku ew bi saya fikir û ramana Rêberê Gelê Kurd Abbulla Ocalan bûne yek hêz.

Di 5’ê Çileyê de yekem car li gundê Medîban a Şengalê ku yek ji heremên Ereban e bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) komxebata jinên Êzidî û Ereb bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin. Di komxebatê de mijarên weke tekoşîna azadiya jinê, Netewa Demokratîk û parastina cewherî hatibûn nîqaş kirin. Her wiha biryarên girîng ên der barê firehkirin û xurtkirina xebatên hevbeş hatibûn girtin.

Jinên Ereb û Êzidî ku di komxebatê de amade bûn bal kişand li ser têkoşîna hevbeş a jinên Kurd û Ereb.

‘Fikrên Rêber Apo rizgariya jin û gelan armanc dike’

Jina Ereb Wedha Xelef got ku fikrên Rêber Gelê Kurd Abdullah Öcalan bûye çavkaniya hêza tekoşînê lewma ew ê ji bo azadiya wî ya fîzîkî her di nav çalakiyan de bin û wiha domand: “Em vê komxebatê li Rêber Apo pîroz dikin, ji ber ku bi saya fikra wî em îro li hev kombûne û bi hêza xwe em ê jin azad bikin. Ji ber ku em dibînin fikr û ramana Rêber Apo çiqas guhertin di nav civaka me de çêkiriye lewma em bawer dikin ku bi fikir û ramana Rêber Apo wê hemû jin û civakan azad bike. Em jî weke jinên Ereb dibêjin ku îro berê sibê pêwîst e Rêber Apo ji nav çar dîwaran derkeve. Nabe mirovekî wiha di zindanekî de bimîne ji ber ku fikr û ramana wî rêzgariyan gelên bin dest e.”

‘Jin li ku derê be û ji çi ol û netewê be, em dibin yek’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Emşê Kurkurkî jî axivî û diyar kir ku ew bi saya felsefeya azadiyê fêmkirin ku ol, bawerî netew a jinan çiqas cude be, ne girîng e ji ber ku êşa hemû jinan yek e û wiha anî ziman: “Em li Medîban amade bûne bi jinên Ereb re me komxebatekî li ser fikr û ramanên Rêber Apo lidarxist. Dibe ku îro baweriya me weke jinên Êzidî û Ereb ji hev cuda be, lê êşa me weke jin her yek e. Êşa her jinekî li kur be jî êşa me hemûyan e. Hêviyên me hene ku em û jinên Ereb hîn zêdetir di sala nû de xebatên hevbeş bimeşînin. Em bi hev re têdikoşin ji bo azdiya xwe, lewma şehîdên me yek in, axa me yek e, doza me jî yek e. Em ê li ser fikra Rêber Apo hîn xwe zanatir bikin û ji bo azadiya Rêber Apo çi ji destê me bê em ê bikin. Azadiya Rêber Apo misogeriya azadiya me hemû jinan e.”

‘Em serî natewînin’

Cemîle Hisên a yek ji jinên Ereb ên Şengalê ye diyar kir ku ew bi fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fêrî xwe parastinê bûne û wiha anî ziman: “Bi saya fikrê Rêber Apo em û jinên Êzidî bi hev re tekoşîna birdozî, siyasî, civakî dimeşînin. Ez vê komxebata yekemîn li jinên Êzidî û Ereb jî pîroz dikim. Îro jî em weke jinên Ereb fêrî tekoşîn bûne, fêrî berxwedanê bûne. Edî em serê xwe ne ji zilamekî re ne jî ji dewletekî re ditewînin. Parastina me bi xwe heye, çi di warê fikrî de çi di warê çek rakirinê de. Em fêrbûn, eger êrîşkî pêk bê em ê xwe biparêzin. Ji ber vê Rêber Apo ji bo me gelekî bi nirx e û hêvî dikin ji hemû kesan û saziyên mafê mirovan ji bo azadiya fizîk ya Rêber Apo bi erka xwe ya mirovî rabin.”

Show More
Back to top button