Jinên Êzîdî fermana 74’an di panelekî berfireh de gotûbêjkirin 

Jinên Êzîdî di salvegera 7’an a fermanê de panelek dibin sernavê ‘Ferman’ê de lidarxistin. Di panêle de mijarên wekî, fermana 3’yê Tebaxê, peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Bexda-Hewlêrê de, qirkirin, xweserî û xweparastin hatin nîqaşkirin

Bi nêzîkbûna salvegera 7’an a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an re li Şengalê sedemên dûbare jiyankirina fermanê, qirkirin û girîngiya xweseriyê di panel û semînerên cûda de nîqaş dikin. Panel ku dibin sernavê, ‘Ferman’ de hate lidarxistin, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) pêkhat.

Fermandar û şervanên YJŞ’ê jî di panelê de amadebûn û tevlî nîqaşan bûn. Jinên Êzîdî bi cilên xwe yên gelerî beşdarê panelêbûn. Her wiha pankat û posterên balê dikişîne ser fermanê li salonê hatin daliqandin.  Panela ku di saetên sibehê de destpê kir, heya piştî nîvro domkir.

Sebîhe Sebrî behsa rewşa jinên Şengalê beriya fermanê û pişî fermanê kir û balkişand li ser asta xwe rêxistinkirina jinên Şengalê û wiha got: “Di ew sîstema ku hikûmeta Iraqê beriya fermanê dabû rûnişkandin de ne cihê Êzîdiyan hebû, ne jî rengê jinê hebû. Jin ne di rêveberiyan de, li malan de hatibûn heps kirin. Fermana ku hate serê Şengalê jî xwe ji vê sîstemê xwedî kir. Dema roja ku ferman çêbû, 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê û 7 hezar leşkerên Iraqê hebû, lê hemû di roja fermanê de reviyan. Gelek ciwanên Êzîdî xwe avêtin ber pêşmergeyan ji bo çek bidin wan û alÎkarî ji wan xwestin, lê nekirin.”

Sebîhe Sebrî diyar kir, ew li gel gerîlayên ku bi hawara wan ve hatin sekinîn û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Em li gel gerîlayan sekinîn û me li berxwe da. piştÎ demekî me bixwe hêza xwe ya parastinê ava kir û li dijî çeteyên DAIŞ’ê sekinînin Em êdî di wê hêzê de ne ku li hember her hêzek xwedî zêhniyeta DAIŞ’ê li berxwe bidin. Gerîlayên ku di fermanê de me himbêzkirin û parastin, fikrên azadiyê fêrî Êzîdiyan kirin.”

Piştî axaftina vekirinê, dayîkên ku li Şengalê li hember fermanê li berxwe dan mafê axaftinê girtin. Endama TAJÊ kinê Xidir ku şahidiya komkujiyê kiriye, dibêje rojên destpekê tenê karê wan ew bûye ku kesên jiyana xwe ji dest didin, bispêrin axê û wiha behs dike: “Roja fermanê kes li gel me nebû. Li ser vê axê bi tenê mayîn, biqasî fermanê dijwarbû. Gerîla bi hawara me ve hatin û ji birînên me re bûn derman.”

Mamoste Diya Şengalî jî diyar kir, ew sond dixwin ewê tola fermanê rakirin û dazanîn ku wê êdî kes nekare weke di fermanê de wan xistin, dûbare bixin. Diya Şengalî her wiha diyar kir, wan çawa karibe tifaqa 9’ê Cotmehê vala derbixin, amadene her cûre komplo û tifaqê jî vala derbixin.

Di panela duyemîn de qirkirin, xweserî û parastin hate gotûbêjkirin

Di rûniştina duyemîn a panelê de jî mijarên qirkirin, xweserî û xweparastinê hatin gotûbêjkirin. Beşa duyemîn a panelê ji aliyê endama Weqfa Koma Piştgiryê ya Jinên Êzîdî Ferîde Sado ve hate dayîn. Ferîde Sado dazanîn hîn jÎ 1117 jin di destê DAIŞ’ê de ne. Ferîde behsa xebatên rizgarkirina jinên Êzîdî û zarokan ji destê DAIŞ’ê jî kir û got: “Weke weqif me şahidiya rizgarkirina 1500 jinan kiriye. Jinên ku ji aliyê QSD’ê ve hatin azadkirin, bi rêya me gihandin Şengalê. Gelek jin bi piştgiriya Hikûmeta Herêmê û Iraqê derbasê Ewropayê hatin kirin. Hewl didin bi derbaskirina Ewropayê re şahidiya jinan ya ji fermanê re ji holê rakin.”

Her wiha mijarên xweseriyê û girîngiya parastinê bi berfirehî dibin du sernavê cûda de ji aliyê endamên Rêveberiya Xweser û YJŞ’ê ve hatin pêşkêşkirin.

Di panelê de her panelîstek bi rapor û amar beşdarbû. Dayîk jî şahidiya xwe ya ji fermanê re vegotin.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button