Endamên Ragihandina Şengalê daxwaza azadiya rojnamevan Silêman kirin

Endamên Ragihandina Azad ya Şengalê bi daxuyaniyek çapemeniyê girtina rojnamevan Silêman Ehmed şermezarkirin û gotin: "PDK guh nade bangên dezgehên ragihandinê û rojnamevanan yên ji bo serbest berdana rojnamevan Silêman Ehmed. Em bang li dezgehên ragihandinê yên Iraqê, nûnertiya NY û saziyên parastina mafê rojnamevanan dikin, erka xwe bicîh bînin, ji bo serbest berdana Silêman Ehmed bikevin tevgerê."

Duh li navenda Şengalê bi beşdariya gelek Endamên Ragihandina Azad ya Şengalê têkildarî revandin û girtina edîtorê servîsa Erebî ya ajansa me Silêman Ehmed daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Daxuyaniya ragihandkar û rojnamevanên Êzidî ji aliyê Argeş Şengalî ve hate xwendin. Di serî de revandin û girtina Silêman Ehmed hate şermezrakirin û peyama piştgiriyê ji bo ajansa Rojnewsê hate dayîn.

‘PDK rê nade ti rojnamevanên welatparêz û rexnegir’

Di destpêka daxuyaniyê de behsa binpêkirinên azadiya raman û rojnamevanî li Herêma Kurdistanê û hate kirin: “Binpêkirinên azadiya fikir û rojnamevanî li Herêma Kurdistanê her roja paştir zêdetir dibe. Girtîgehên Hewlêr û Dihokê tijî bûne bi rewşenbîr, azadîxwaz, welatparêz û rojnamevanên Kurd. Desthilatdar ji bo pêkanînên xwe yên ne rewa, dij demokratîk veşêrin, destpêkê hewl didin ragihandina azad û rexnegir bêdeng bikin. PDK Behdînan û Hewlêrê bi temamî ji dezgehên ragihandinê yên li gorî pîvanên welatparêziyê kar dikin, azad û rexnegirin re girtiye, tenê rê dide yên li gorî berjewendiyên wê weşanê dikin.”

‘Gelek rojnamevan li Dihok û Hewlêrê hatin qetilkirin’

Hate gotin ku gelek rojnamevan li parêzgehên dibin kontrola PDK’ê de hatine qetilkirin û wiha dom dike: “Heya niha gelek rojnamevan li herêmên dibin kontrola PDK’ê de hatine qetilkirin. Rojnamevan Soran Mame, Serdeşt Osman, Şûkrî Zeynedîn û Wedat Hisên li Dihok û Hewlêrê hatine qetilkirin, Nûjiyan Erhan jî li Şengalê bi destê wan hate şehîdxistin.”

‘PDK guh nade bangawaziyên ji bo Silêman Ehmed’

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin; “Herî dawî hevalê me yê rojnamevan Silêman Ehmed yê xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku edîtorê servîsa Erebî ya ajansa Rojnews’ê bû, dema ji bo şîna bavê xwe 1’ê Cotmehê de serdana Helebê kir û 25’ê Cotmehê xwest di deriyê Sêmalka re vegere ser karê xwe, ji aliyê PDK’ê ve hate revandin. Tevî bangawaziya beşeke zêde ya sazî û dezgenên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê, Rêveberî û ragihandina Rojavayê Kurdistanê, dezgehên ragihandinê yên biyanî û Iraqî di dîl girtina wî de israr dike û guhê xwe ji hemû bangawaziyan re girtiye.”

‘Li beramber dengê dayîka Silêman Ehmed ker û lal kir’

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Dayîka Silêman Ehmed ku êşa wê hîn taze bû, tevî gelek caran bang li desthilata PDK’ê dike jî, xwe li beramber dengê dayîkê kerr û lal dikin. Lê PDK destûrê dide, ragihandinên dijmin ên ji gelê wî re dibêjin, ‘teror’ û heqaretê lê dike. Em weke ragihandkarên Êzidî yên Şengalê ev zilma PDK’ê ya li Herêma Kurdistanê li dijî hempîşeyên me û bi taybet jî li hevalê Silêman Ehmed dike, şermezar dikin. Ewê bi qetilkirin, girtin û revandina rojnamevanan nekarin ragihandina azad bêdeng bikin û rastiyan veşêrin. Ya PDK li hevalê me Silêman Ehmed, dayîka wê ya êşkişandî û ajansa Rojnews’ê dike, zilm û bêrehmiye. Ev nakeve nava ti pîvaneke mirovî û wijdanî.

Em careke din dibêjin, hevalê me Silêman Ehmed û Rojnews ne bi tenêye. Emê bi kamera û pênûsa xwe berdewambin di gotina rastiyan û xizmetkirina ji gel re. Ev pêkanînên dij demokratîk yên PDK’ê wê dawî li desthilata wê bîne û çiqas hewl bide rastiyê veşêre jî wê nekare. Di serî de ji bo hevalê me Silêman Ehmed, em banga serbest berdana hemû hempîşe û azadîxwazên li girtîgehên PDK’ê de dikin.”

 

ŞENGAL/ROJNEWS

13/02/2024

Show More
Back to top button