Jinên Ereb li dijî komploya 15’ê Sibatê dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan Meclîsa Jinên Ereb ya Şengalê dest bi çalakiya rûniştinê ya du rojan kir. Jinên Ereb di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêber Apo kirin û gotin: "Wê çalakiya me du rojan dewam bike û emê roja sêyemîn tevlî meşa navendî ya dijî komployê bibin."

Pêkhateya Ereb ya Şengalê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan rojane di nava çalakiyan de ye. Meclisa Jinên Ereb ya Şengalê bi armanca protestokirina komploya 15’ê Sibatê çalakiya rûniştinê ya ku wê du rojan bidome, da destpêkirin.

Çalakiya rûniştinê îro, li Meclîsa Gel a Bîrcarî destpê kir û wê 15’ê Sibatê jî gelê Ereb û Êzidî wê meşeke navendî ya hevbeş lidar bixin. Çalakî ji aliyê Endama Meclisa Jinên Ereb Kerîme Behrew ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin. Piştî wê ramanên Rêber Apo bi şêwazê sînevîzyon hate temaşekirin. Xelkê herêmê jî serdana çalakgerên jin kirin.

Kerîme Behrew diyar kir, komploya di şexsê Rêber Ocalan de li dijî mirovahiyê ye û got: “Weke Meclîsa Jinên Ereb, bi çalakiya rûniştinê komploya dijî Rêber Apo şermezar dikin. Wê çalakiya me du rojan dewam bike û emê roja sêyemîn tevlî meşa dijî komployê bibin. Em hemû gele xwe bangê beşdarbûna meşe dikin û bi taybet jî ji jinan dixwazin beşdar bibin. 15’ê Sibatê rojeke reşe. Ji bo me jinên Ereb jî rojeke reşe. Emê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê xwe têbikoşin. Bê Serok jiyan nabe.”

Rêveberê Meclisa Gundên Ereban Ebû Seger jî serdana çalakgeran kir, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em hemû pêkhateyên Şengalê dijî tecrîdê ne û dixwazin di zûtirîn dem de Rêbertî azad bibe. Ya li Îmraliyê rû dide, li derveyî qanûnên navnetewî ye. Em jî weke pêkhateyên Iraqê li dijî komployê di nava çalakiyan de ne.”

ŞENGAL-ROJNEWS

13/02/2024

Show More
Back to top button