‘Destwerdana Tirkiyeyê li ser ewlehiya niştîmanî ya Iraqê metirsiyek cidî ye’

Şîrovekarê Siyasî yê Iraqê Riyaz Wehîlî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze di dawiya peymana Lozanê de Başûrê Kurdistanê, Kerkûk û Mûsilê bigihîne Tirkiyeyê û destnîşan kir ku Tirkiye sûdê ji lawaziya hikûmeta Iraqê û hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê digire û got: “Destwerdana Tirkiyeyê li ser ewlehiya nîştimanî ya Iraqê metirsiyek cidî ye.”

Şîrovekarê Siyasî yê Iraqê Riyaz Wehîlî têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk ji Rojnews’ê re axivî û got “Plan û temahiya Tirkiyeyê li ser bakûrê Iraqê heye. Erdogan dixwaze vegere herêmên împeratoriya Osmaniyan. Ev jî li gel dawîlêhatina peymana Lozanê ya ji bo bakurê Iraqê ya hevdenge. Di sala 2023’yan de xwesteka Tirkiyeyê heye ku bakurê Iraq, Mûsil û Kerkûkê bigihîne Tirkiyeyê. Li bakurê Iraqê mijara hebûna PKK’ê ji derveyî hîncet nîşandana Tirkiyeyê tiştek din nîne ku pê bigihî armanca xwe.”

Şîrovekarê Siyasî yê Iraqê Riyaz Wehîlî diyar kir ku Tirkiye ji bo pêkanîna êrişên xwe sûdê ji lawazbûna hikûmeta niha ya Iraqê û hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê digire û got: “Çareserkirina vê mijarê peywendî bi helwesta tund û bi hêz a hikûmeta bê ya li hemberî van binpêkirinê ve heye. Weke gefa birîna peywendiyan û baykota malê Tirkî. Destwerdana Tirkiyeyê ya li bakurê Iraqê, li ser ewlehiya nîştimanî ya Iraqê metirsiyek cidî ye. Ji derveyî vê binpêkirina eşkere ya serweriya xaka Iraqê ye.”

Navenda Nûçeyan Rojnews

Show More
Back to top button