Şehîdên YBŞ’ê bi merasîmek taybet hatin bi bîr anîn

Ji bo şehîdên Dîgurê merasîmek taybet hate lidarxistin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn

Di 15’ê Çileya 2020’an de li gundê Dugirê ya Şengalê, di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî tevî hevrêyên xwe Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengalî şehîd bûbûn. Ji bo şehîdên Dîgurê merasîmek taybet hate lidarxistin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Di merasîmê de ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî tevî hevrêyên xwe Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengalî û Berxwedan Tolhildan (Ednan Silêman) ku di 23 Çileya 2015’an de şehîd bibûn hatin bibîranîn.

Merasîm ji aliyê fermandariya YBŞ’ê, YJŞ, Asayîşa Êzidxanê û xelkê Êzidî ve hate lidarxistin.

Merasîm îro li şehîtgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş pêkhat. Destpêkê ji bo şehîdan merasîmek leşkerî pêkhat ku bi sedan şervanên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê têde amadebûn.

Piştî merasîma leşkerî yek ji fermandarê YBŞ’ê Tîrêj Şengalî axaftinek kir û got; “Ji bo me mehek girane, ji ber ku me di vê mehê de pêşengên xwe ji dest dan. Di demekî herî zehmet ku civaka me ya Êzidî di encama xiyaneta PDK’ê de rastî êrişê hat, fermandarên me yên şehîd bûyîn xwe kiribûn mertal. Fermandarê me şehîd Zerdeşt rolek girîng di rizgarkirina axa Şengal û tinekirina çeteyên DAIŞ’ê de lîst. Bi vê yekê re nema, berê xwe dabû Reqa û liwir jî ji bo rizgarkirina dayîk û xwişkên me têkoşiya. Di encama berxwedana şehîd Zerdeşt û hevrêyên wî de bi dehan keç û dayîkên meyên Êzidî ji destê çeteyan hatin rizgar kirin.”

Tîrêj Şengalî di dewamê de got ku bi berxwedan û têkoşîna şehîdan destkeftiyên gelek mezin hatin bidestxistin û wiha pêde çû; “Daxwaza şehîdan ji me heye, em soz didin emê xeyal û xwastekên wan bicih bînin. Di dema dawî de gelek komployên siyasî li ser destkeftiyên me hene, dixwazin ji holê rakin. Emê van pîlanên qirêj qebul nekin.”

Piştî axaftinan şervan û xelkê Êzidî gorên şehîdan ziyaret kirin. Li ser goristana şehîd Dilgeş û Berxwedan axaftin hatin kirin.

Li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk Heso Îbrahîm, li ser navê TAJÊ Meyna Nasir û li ser navê Desteya Eşayî a Şengalê jî Seyîd Melhim axivîn. Di axaftinan de behsa rola şehîdan a ji bo xweseriya Şengalê hate kirin. Bang li civaka me hate kirin da ku li keda şehîdan xwedî derkevin û daxwaza şehîdan ya xweseriya Şengalê pêkbînin.

Herî dawî jî li ser jiyan û têkoşîna şehîdan sînevîzyonek hate nîşandan û merasîm bi dawî bû.

Show More
Back to top button