Li Ewropa jî fermandar Zerdeşt û hevrêyên wî hatin bibîranîn

Koordînasyona Civaka Êzdî ya li Ewropayê, Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidyan, Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê, Hevgirtina Ciwanên Êzidiyan, Navenda Çanda Êzidxanê û Sîwana Meclîsên Gundiyên Êzidiyan daxuyaniyeke hevpar weşandin

Bi vesileya salvegera şehadeta fermandar Zerdeşt Şengalî, Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengalî li ewropa jî saziyên me daxwuyanî dan û bibîranîn.

Koordînasyona Civaka Êzdî ya li Ewropayê, Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidyan, Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê, Hevgirtina Ciwanên Êzidiyan, Navenda Çanda Êzidxanê û Sîwana Meclîsên Gundiyên Êzidiyan daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Wek îro beriya salekê, Fermandar Zerdeşt Şengalî, Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengalî, di encama êrişa hêza dagirker û qirker a dewleta Tirk de, jiyana xwe ji dest dan û tevlî cangoriyên rêya Tawîsî Melek û azadiyê bûn. Em di kesayetiya wan de, hemû cangoriyên civaka Êzîdî û yên azadiyê bi bîr tînin, soza xwe ya bi girêdana doz û armancên wan re dubare dikin û dibêjin em ê Êzîdxana xweser û demokratîk ava bikin.”

Di daxuyaniyê de işaret bi têkoşîna bêhempa ya fermandar Zerdeşt hate kirin û hate gotin, “Di rizgarkirina Şengalê û di dawîanina çeteyên DAÎŞ’ê ya li Şengalê û gelek qadên din, bi werekî û hêrsek mezin şer kir û tola Fermana 74’an rakir. Di avakirin, mezinkirin û perwedekirina Yekîneyên Berxwedana Şengalê de, erk û berpirsyariyek sereke girt ser xwe. Wî ev berpirsyarî û erka xwe bi awayekî serketî pêk anî û YBŞ kir hezek herî pispor û qewîn ya li herêmê.”

Di dewama daxwuyaniyê de wiha hate gotin; “Li ser vê bingehê em berxwedana civaka xwe ya dîrokî silav dikin û banga bilindkirina berxwedanê dikin. Bi taybetî jî bang li civaka xwe, Kurdistaniyan û dostên wan dikin ku, tevlî çalakiya dorveger ya konvedanê, ku ji aliyê Meclîsa Şengalê Derveyî Welêt (MŞD), li bajarê Elmanya Hannoverê ya di navbera 16 û 30‘yê Çile de tê lidarxistin bibin.”

Daxwuyanî bi van gotinan hate bidawî kirin; “Em wek Koordînasyona Civaka Êzîdî ya li Ewropayê, di kesayetiya Mam Zekî, Fermandar Zerdeşt û Mam Beşîr de, girêdana xwe ya bi cangoriyan Êzîdxan û azadiyê û doza wan re dubare dikin û soza bicihanîn û xwedîderketina armancên wan didin civak û gelê xwe.”

Show More
Back to top button