Emar Hekîm: Êrişên li ser Kurdistana Iraqê napejirînin

Serokê Tevgera Hikme ya Nîştimanî Emar Hekîm, êrişa dagirkeriyê ya Tirkiyeyê şermezar kir û got, bombebaran û êrişên hewayî yên artêşa Tirk ên li ser Kurdistana Iraqê nayên qebûl kirin.

Serokê Tevgera Hikme ya Nîştimanî Emar Hekîm, derbarê êrişa dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî da. Emar Hekîm diyarkir bombebaran û êrişên hewayî yên artêşa Tirk ên li ser Kurdistana Iraqê nayên qebûl kirin.

Hekîm da zanîn divê hemû welat rêz li serweriya xaka Iraqê bigrin.

Hêjayî bibîrxistinê ye şevê din Berdevkê wezareta Karên Derve ya Iraqê jî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezarkiribû û wek binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button