‘Vegerin Şengalê û bi keda destê xwe malên xwe ava bikin’

Welatiyê êzidî Xelef Şêx Heyder ji jiyana koçberiyê bêzar buye û dixwaze li ser axa xwe jiyan bike, ji bo vê jî bi keda destê xwe, mala xwe ya xirab bûyî avadike û li ser vegera li warê xwe bi biriyare. Xelef var; "Ji bo ku gelê me bikare vegere ser warê xwe, divê xwedî îrade be û li benda kesê nemîne ku warên wan ava bikin. Divê em ji bîr nekin, bav û bapîrên me hemû di xaniyên ax de jiyan kiribûn."

Welatiyên Şengalê ku ji ber zilma DAIŞ’ê koçber bibûn, ref bi ref berê xwe didin ser malên xwe. Ji ber êrişa çeteyan ya di Tebaxa 2014’an de, beşek ji malên xelkê Şengalê wêran bibûn û jiber bê derfetiyan û hikumeta Iraqê alîkarî nade, malên wan xirabûyî mane. Lê ji bo xelkê Şengalê malên xirabe û derfetên kêm nebûne asteng.

Yek ji welatiyên nehya Tilezêr, Xelef Şêx Heydere ku temenê wî digihe 60 salan. Lê di ruyê wî de hesreta welat heye û mîna ciwanekî, mala xwe a li gundê Xirabatê Qewalê ê Tilezêr bi keda destê xwe ava dike. Mala wî ku di dema şer de xirab bibû, bi kerpîçan ji nude ava dike û dixwaze rojek berî roja din karê avakirina mala xwe xilas bike û li warê xwe vegere.

‘Em bi keda xwe warê ava dikin’

Xelef Şêx Heyder li ser vegera li welat ji mere axivî û da zanîn ku di sala 2000’an de wana dest bi çêkirina malên xwekiribûn û wiha pêde çû; “Min û birayê xwe di sala 2003’yan de malê bi temamî avakir. Heya sala 2014’an weke xelkê din ê Şengalê me jiyana xwe bi xwedîkirina lawiran di domand. Dema êriş pêkhat me jî berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Ji 22’yê Adarê ve ji bo em malên xwe avabikin û karibin carekî din liwarê xwe vegerin, beşek ji me hatiye Şengalê. Ji bo ku malbata me bi temamî vegere, em amadekariyan dikin. Malên me ziyanek mezin dîtine, ji bo vê pêwîstî bi nûkirinê heye. Em bi keda destê xwe ava dikin, em dizanin ger em xwedî li xwe dernekevin, kes li me xwedî dernakeve. Lazime em bi îradeya xwe warên xwe ava bikin.”

‘Bi bendewariyê warê me ava nabe!’

Xelef di dewamê de got; “Bê ked kes nikare mafê xwe bi dest bixe, em li benda xelkê bûn, lê wiha nabe, lazime em bi xwe vegerin ser warên xwe. Divê em zoriyan bidin aliyekê û bi xwe li warên xwe vegerin. Bi derketina dervey welat re, warên me ava nabin, tenê warê me wê bi me ava bibe. Ew jî dema em li ser axa xwe vegerin, wê demê wê jiyan jî li ser warê me vegere û Şengal ava bibe. Ji bo vê jî îrade lazime, kesek bê îrade nikare warê xwe jî ava bike.”

‘Bibin xwedî îrade’

Xelef bang li hemû kesê kir ku li benda kesê nemînin, li benda alîkariya kesê jî nemînin û bibin xwedî îrade. Xelef dibêje; “Eger em bi xwe jiyana xwe xweş nekin, wê ti kes ji mere baş nake. Ger em vegerin ser warê xwe, wê demê wê her kes alîkarî jî bide me. Niha em dixwazin malên xwe nû bikin, gelek kesan digot temenê te dest nade tu mala xwe temam çêbikî, lê ger biryardarî hebe, mirov dikare her tişt bike. Niha jî bi vî temenê xwe, ez kerpîçan çêdikim û bi destê xwe mala xwe avadikim.

Piştî min dest bi karkir, tenduristiya min jî baştir bû, li Şengalê her kes dikare bi kerpîçan malên xwe çêbikin, kesên aboriya wan xirab jî dikarin vê yekê bikin. Lazime xelk ji bîr neke, bav û bapîrên me hemû di nava xaniyên axê de mezin bûne, em ne ji wan baştirin.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

Show More
Back to top button