‘Armanca êrişan valakirina cih û warên Êzidiya ye’

Desteya Oldar û Eşayîrî ya Şengalê bi daxuyaniyekê balkişandin li ser êrişên li dijî Şengalê û gotin, ew ê ti demî dest ji Şengalê bernedin û li dijî êrîşan li berxwe bidin.

Ji aliyê Desteya Oldar û Eşayîrî ya Şengalê ve têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Desteyê Xelef Tala ve hate dayîn.

Tala di serî de bal kişand ser êrîşa dawî ku roja 1’ê Hezîranê ji aliyê artêşa dagirker ya Tirk bi balafirek bê mirov (SÎHA) li ser malekî nêzî qubeya Hesin Mama ya navende Şengalê pêk anîbû û wiha got; “Dema DAIŞ êrîşî Şengalê kir van qubên me teqandin. Îro jî dewleta Tirk li qubên me û malên mûcewîrên qubên me dide. Ez bo gelê me û muxtarên me dibêjim; divê hûn yên çûyîn û revîne bidin aliyek. Divê hun li cih û warên xwe bawerî û nirxên xwe vegerin. Tirk ne tinê li hinek qubeyan didin, li hemû qubên me didin, bêyî ferq û cûdahî bixin nav me.”

Di dewamê de Xelef Tala aldı: “Qubeya Hesin Mama li navenda Şengalê ye. Bi hinceta milet vedigere û Êzidî vedigerin cîh û warên xwe Partiya Demokratîk ya Kurdistanê (PDK) bela xwe ji me venake. Daxwaza xwe bi rêka Mala Mîran û mezinên Êzidiyan dixwazin pêkbînin. Mixabin xuya ye ku wan kes û aliyan jî pişta xwe dane gelê xwe û me difiroşin PDK’ê. Hikûmet jî wek PDK’ê ye. Heger Serokkomar neyê Şengal jî ji ber PDK ye. Ew li dijî xelkê Şengalê û hêzên parastina Şengale tevdigerin û ji bo gelê Şengalê tiştek nakin. Heger em bên kuştin, keçên me jî bêne kuştin rewş naguhere, emê berxwe bidin û xwedî li îradeya xwe derbikevin. Em dest ji vî fikrî bernadin û Şengalê jî teslîmî wan xayînan nakin.”

Xelef Tala bal kişand ser siyaseta gemar ya ku PDK bi rêya Mala Mîran pêk tîne û wiha got; “Karê Mala Mîran bi peymana 9’ê Cotmehê neketiye, karê wan bi me jî neketiye. Yên ji bo Şengalê berxwe didin emin, yên xwediyê wê yên rastînin jî emin, yên di oxira wê de canê xwe feda dikin jî emin. Gelek hêz Şengal vegerandine meydana siyaseta xwe. Îran dibe, Cihû dibin, Tirkiye dibe, Kurdên PDK re dibin hemû têde hene. Armanca wan vala kirina Şengalê ji Êzidiyan e. Mirina me jî di valakirina Şengalê de derbas dibe. Divê em vê baş bizanin, lê yek ji me nemîne jî em ê terka Şengalê nekin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button