‘Peymana 9’ê Cotmehê û êrişa li ser Gare bi hev re girêdayî ye’

Endamê Eşaîrên Şengalê Nayîf Şemo têkildarî komploya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelên Bindest Abdulah Ocalan û êrişa li ser Gare ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ger ku li cihanê rêxistinek mafê mirovan diparêze hebe, ew jî PKK’ ye

 

Endamê Eşaîrên Şengalê Nayîf Şemo wiha pêde çu; “Li ku derê zilmek li ser Kurdan hebe, PKK li wê derê ye. PKK’ê em ji fermanekî reş a çeteyên DAIŞ’ê xilas kirîn. Em heta dawii ya jiyana xwe deyndarê wan gerîlayên cengawerin. Ger çeteyên dewleta Tirkiyeyê li ser Şengal fermanek din û êriş pêkanîn, em ê carek din hewara xwe bigihînîn hêza PKK’ê û gerîla.”

Endamê Eşaîrên Şengalê Nayîf Şemo bal kişand ser komploya navnetewî ya ku ev 22 sal in di şexsê Rêberê Gelên Bindest Abdulah Ocalan de, berdewam dike û wiha got: “Siyaseta dewleta Tirk a faşîzm, girêdayî pergala Osmaniyan a bi hezaran salane ku  xwe bi xwînê rêvebir, desthilatiya xwe berdewam kir û di dawî de jî bin ket. Niha jî nijada wan ku dewleta Tirk a nijadperest temsîla wan dike, bi heman zihniyetê Kurdan qir dike. Zihniyeta dewleta Tirk her tim dixwaze li ser Kurdên zeîf siyaseta xwe berdewam bike. Rêberê Gelê Kurd li hemberî nezanebûna Kurdê lawaz serî rakir û Kurd hişyar kir. Bi milyonan mirov li ser fikir û felsefa Serok Apo meşiyan. Ev ji bo dewleta Tirk a nijadperest, êdî bû astengiyek mezin ku nekare nijadperestiya xwe berdewam bike. Vê carê kete nav pîlanên qirêj û li gel dewletên zirhêz ku berjewendiyên wan di komploya 15’ê Sibatê de hebû, ji bo wê di komploya 15’Sibatê de, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat hedef kirin.”

Şemo da zanîn ku Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêzdar Ocalan pêk hatî, bê wijdaniyeke mezin bû û wiha dom kir: “Ev 22 sal in Rêber Ocalan di nava pergala tecrîda girankirî de tê ragirtin û zilmeke mezin ser wî û gelê wî tê kirin. Heta niha ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve, disa ew saziyên ku bi nav dibêjin; em mafê mirovan diparêzin, kes dengê xwe nakin.  Ji aliyê wan ve tişta diyar dibe, ew sazî û dezgehên mafên mirovan, hemû di bin venêrîna dewletên ku destê wan di komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk anîn de hebûye. Di nav gelek rêxistin û şoreşên Kurd û dinyayê de piştî ku Rêberê wan tên girtin, şoreş û rêxistinên wan têk çûne, yan jî belav dibin. Lê, Rêber Apo bi pergala xwe ya nû, piştî hate girtin, li gel ev qas tecrîda girankirî li ser wî, disa ew qas êrişên qirkirinê li ser gel û tevgera wî, lê dîsa jî dewleta Tirk di şexsê Rêber Apo de nekarî Kurdê azad xilas bike. Ji ber ku Rêber Apo xwe nû dike, li ser pergaleke neteweya demokratîk, gelê Kurd hîn zêdetir hêztir bûye. Ji bo wê komploya 15’ê Sibatê, wek hat xwestin encam negirt.”

Şemo diyar kir ku peymana 9’ê Cotmehê û operasyona Çiyayê Gare bi hev re girêdayiye û wiha pêde çû: “Di 9’ê Cotmeha 2020’an de, di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Hewlêrê de peymanek li ser Şengalê hat îmze kirin. Ev peyman jî tam roja komploya navnetewî ya 1998’an ku Rêber Apo li Sûriyê derxistin. Ji ber ku fikirê Rêber Apo di fermana 73’yan de Êzidî ji destê çeteyên hov ên DAIŞ’ê xilas kir, wê rojê taybet hilbijartin û xwestin bi vê peymanê, Êzidiyên ku piştî fermana 73’yan xwe rêxistin kiribûn û bûne xwedî îrade, bê îrade bikin. Bi operesyona Gare jî carek din qirkirina Kurdên azad û Êzidiyan hatibû pîlan kirin, lê wek hat xwestin di vê operesyonê de jî nekarîn bigihêjin pîlanên xwe. Lê çawa ku peymana 9’ê Cotmehê negihişte armanca xwe, serkeftina Gare ya gerîlayên Kurdistanê, ji bo hikûmeta dewleta Tirk a faşîst re jî bû binketinek mezin û dewleta Tirk di Çiyayê Gare de derbek mezin xwar.”

ÇAVKANÎ; LEYLA LORÎN/ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button