Ji beriya 13 salan Dengbêjê Şengalê Xidir Feqîr ji nav me bar kir

Beriya 13 salan dengbêjê navdar ê çiyayê Şengalê Xidir Feqîr wefat kir. Lê bi stranên xwe heta niha di nava hunera Kurdî de zindiye û ximzeta wî ya ji hunerê re cihekî mezin tijî kiriye.

Stranên xezal û zalimê ji berî 13 salan ji qirika Dengbêjê Şengalê Xidir Feqîr dihat. Bi cilûbergên xwê yê resen tama çiyayê Şengalê dikir nav bendên stranê.

Xidir Xwedêda bi Xidir Feqîr dihate naskirin. Li çiyayê Şengalê stûneke hunera Kurdî bû. Yek ji wan dengên bêhempa bû û dixwest foklora Şengalê berbi pêş bibe û civaka xwe re xizmetê bike.

Dengbêjê Şengalê Xidir Feqîr li gundê Simê Hêstir ê li geliyê Kersê di nava kevir û newalên çiyayê Şengalê de, di sala 1950’an de çavê xwe li dinê vekir. Di temenê xwe yê zarokatiyê de ji ber hin sedeman nikare xwendina xwe berdewam bike. Lê barekî girantir dide sermilê xwe û dest bi stran gotinê dike. Ew û strana Şengalî dibine heval û bi şev û roj bi hev re dimînin. Bêyî ku binivîse 500 stranên foklorî di hafîzeya xwe de hilgirtî bû.

Ew hêza wî hebû ku strangotinê biqasî 5 saeta li ser bêje. Ji bilî stranên folklor bi xwe jî gelek stran çêkirine û stranên wî yên herî navdar strana xezalê ku piştî wefata hevjîna xwe li ser çêkirîbû û  strana zalimê ye. Bi dengê xwe yê zelal li şahiya jî gelek caran stran digotin û bi dengê xwe govned gerim dikir. Piştî bi dehan sala xizmeta hunera Kurdî di 29’ê Hezîranaa 2009’an de li komalgeha Borik a Şengalê koça dawî kir.

Cenazeyê wî li ser xaka pîroz li Mezargeha Şerefedîn a çiyayê Şengalê hate veşartin.

îBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button