Portreya Rojê: Nûjiyan Erhan

4 sal li ser şehadeta rojnameger Nûjiyan Erhan a dema li Xanesora Şengalê nûçe dişopand re derbas bûn. Nûjiyan yek ji wan rojnamegeran bû ku li ser rêya heqîqetê dimeşiya

Hevalên Nûjiyanê rojnameger Suwêl Şengalî û Êdûlê Şemo behsa keda wê ya bêhempa kirin. Rojnamevan Suwêl ku li ber destên Nûjiyanê fêrî rojnamegeriyê bûye dibêje: “Dî dîroka Êzidî û civaka wan de jinên rojnameger nîn in, Nûjiyanê piştî 3’ê Tebaxa 2014’an ev rê ji bo jinên ciwan vekir.”

Di serdema îroyên de hema bibêje di destên hemû kesan de wênekêş û kamera hene lê gelo hemû kes dikarin bibin rojnameger? Ma yên ku kamera digrin destên xwe dikarin di rêya heqîqetê de bimeşin? Yan jî çima hinek nav nemir in? Bersiva van hemû pirsan di xwediya porê xelek, kenê ciwan, kêfxweşî û kelecana mezin a ku bi cesareta xwe meydan ji dixwend, Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) de veşartîne… Dema dîrok roja 3’ê Tebaxa 2014’an dida nîşandan çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kiribûn, bi hezaran Êzidî qetil kiribûn û bi hezaran jin revandibûn, bi hezaran Êzidiyan jî berê xwe dabûn çiyayên Şengalê. Li wê derê karibûn xwe ji komkujiyan rizgar bikin. Yên ku ji komkujiyê rizgar bûne jî di wê germahiya dijwar a havînê de li çiyayên Şengalê xwe bi jiyanê girtin. Tam di wê demê de Nûjiyan Erhan xwe gihand wan… Nûjiyan li wê derê bûbû şahida hemû zoriyên Şengaliyan û li wê derê israr dike ku dengê gelê rastî vê hovîtiyê hatiye ragihîne. Hinek caran dema jinan xwe bi rêxistin dikirin dikir nûçe, hinek caran jî lîstokên zarokan ên xweş… Dem bi dem bi jinan re hevpeyvîn çêdikir û digot: “Jin êdî xwe bi rêxistin dikin û jiyana azad dihonûnin.”

 

Kêfxweşiya yekem a zarokan ji dinyayê re ragihand

Nûjiyan Erhan di nivîsek xwe de dibêje: “Gelên Êzidî ji ber êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê xwe sipartin çiyayê Şingalê. Di şert û mercên herî zor û zehmet de rêyên hêsankirina jiyanê ji bo xwe afirandin. Gelê Êzidî di binê axê de nêzî 100 metreyan xwe gihandin avê û bi wê avê hem pêdiviyên xwe yên jiyanê bi cih di anîn, hem jî baxçeyên xwe pê av didan. Ew ava ji binê erdê dihat diherikî hewzên ku nû çêkiribûn, hewz tije dibûn û bi xortoman digihandin hemû baxçeyan. Lê belê ev rewş ji bo zarokan bûbû kêfxweşî, ji bo xwe hênik bikin û bilîzîn qet firsend winda nedikirin û di van şert û mercên zehmet de ji bo xwe derfet ava dikirin.”

 

Kulîlkên berxwedêr di objektîfa Nûjiyanê de bûn

Nûjiyanên sernavê nûçeyek xwe ya “Li Şengalê kulîlk jî di nava berxwedaniyê de ne” wiha nivîsîbû: “Kulîlka di nava betonê de vekirî li beramberî zoriyên herî mezin ji bo xwe jiyana nu ava kirine. Li Şengalê piştî zivistanek xedar, bi destpêkirina havînê re bi vê ve girêdayî di nava malên xirabûyî de ew kulîlkên ku di nava xirbeyan de mabûn ji nû ve şîn bûbûn, bi hemû xweşiktiya xwe li beramberî êrîşan meydanê dixwînin. Di nava wan malên ku dema çeteyan bomba kiribûn de jiyan her çiqas weke ku sekinîbe xuya bike jî rehên wan kulîlkên ku di binê erdê de bûn qet guh nedabûn wan bombeyan û serê xwe rakiribûn, careke din şîn dibûn. Li wan çiyayan têkoşîn berdewam dike, parastina wan malên terikandî jî ev kulîlk dikin.”

 

Dema nûçe dişopand ji serê xwe birîndar bû

Li çiyayên Şengalê dema gav ji bo jiyana nû dihatin avêtin, Nûjiyanê jî ev hemû kêlî bi kêlî dişopand, heta hêzên pêşmeregeyên girêdayî PDK’ê di 3’ê Adara 2017’an de êrîşî navçeya Xanesorê ya Şengalê kirin. Di wê kêliyê de jî Nûjiyanê kamera û wênekêşa xwe girt destên xwe û têkoşîna gelê Şengalê ya li hemberî KDP’ê bi cîhanê dida ragihandin. Di dema hêzên KDP’ê êrîş kirin de rojnamevan Nûjiyan Erhan ji serê xwe birîndar bû û bi rojan li nexweşxaneya Hesekê ya Rojave di beşa Lênêrîna Awarte de têkoşîna jiyanê dida meşandin. Nûjiyana ku ji Hîlwana Rihayê bû, piştî têkoşîna 19 rojan di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan yek ji wan rojnamegeran bû ku di rêya heqîqetê de dimeşiya. Di heman demê de li çiyayên Şengalê di destpêkê de rojnamegerên jin jî di nav de gelek kedkarên çapemeniyê perwerde kir. Demek kurt lê belê di demek zor de li Şengalê rojnamegerî kir û ewqas hat hezkirin ku dema havalên Nûjiyanê yên xebatê dîtin Nûjiyan ji aliyê hêzên peşmergeyên KDP’ê ve di encama sûîqestê de birîndar bûye li dora wê bûn mertal. Di heman êrîşê de rojnameger Hadî Şengalî yê ku Nûjiyanê ew perwerde kiribû dizanibû wê bibe hedefa guleyan jî bi hemû şert û mercan xwest mamosteya xwe Nûjiyanê biparêze.’

 

“Nûjiyan jinek wisa ne ku ez bi serbilindî behs bikim”

Suwêl Şengalî yek ji wan rojnamegerên jin e ku Nûjiyan ew perwerde kirine ji me re behsa Nûjiyanê kir. Bi gotina “Jiyanê fêrî me kir” dest bi gotina xwe kir û dema behs dikir û ew bandora Nûjiyanê li wê kir, gotinên xwe dibijart û bi kar dianî. Suwêlê digot ku gotinên çawa wê têra cihê Nûjiyanê yê di dilê wê de bike û çawa Nûjiyan nas kiriye û kengê hatine ba hev dest bi gotina xwe kir: “Nûjiyan piştî 3’ê Tebaxa 2014’an dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kirin hat Şengalê. Hê êşên me nû bûn. Hê me şoka tiştên ku me jiyabûn derbas nekirbûn û em di wan deman de hê tirsa em ê careke din di komkojiyan re derbas bibin bi me re bû, Nûjiyanê mil da êşên me, fêrî me kir ku em ê çawa ji êşên xwe hêzê bigrin. Ji bo min yeka wisa ye ku cihê wê qet neyê dagirtin û heta ku ez nefes bigrim û bistînim her tim jinek wisa ye ku ez ê bi serbilindî behsa wê bikim.”

 

“Kedek mezin ji bo me da”

Suwêl dide diyarkirin ku di dema komkujiyan de ew bêkesiya ku di derûniya Êzidiyan de ava bûbû, tenêtî û hîsa bêçaretiyê careke din bi bîr tîne û bi van hevokan diyar dike ku Nûjiyan bi yên bêxwedî re bûye dost û wiha dibêje: “Şengal xwedî rol û misyonek gelek girîng bû. Bi hatina wê ya Şengalê re ji komek jinên ciwan ên Êzidî wan wekî nuçegihan perwerde kir. Gelek ked da me, min jî cihê xwe di koma yekem a perwerdeyê de girt. Her tim wê dixwest jinên Êzidî xwe bi pêş bixin û bibin rojnameger û tiştên ku gelê wan jiyaye û êşên wan bidin ragihandin. Armanca wê jî ev bû ku hemû cîhan ziman, reng û pênûsa me nas bike.”

 

“Rojnamegerî fêrî me kir”

Suwêl da zanîn ku di dîroka Êzidiyan de ji civaka wan jinên rojnameger ên bi kamereya xwe, xwe bûne dengê gel tunebûn û wiha pêde çû: “Nûjiyan piştî 3’ê Tebaxa 2014’an yekem jin bû ku ev yek da avakirin. Ew rojên qiyametê, bi êş û zext, tu jineke Êzidî ku bikaribe têkoşîna me binivîsîne û rabigihîne li Şengalê tunebûn. Kir înat û bi xwestek kirina karê rojnamegeriyê fêrî me kir. Nûjiyan weke navê xwe her roj jiyana nû bû, xulqkar, nuxwaz bû û kedek mezin ji bo me da xerckirin. Wê em hîs dikirin. Wê li vê derê kevneşopiyek da avakirin û heta ku ev kevneşopî were berdewamkirin emê tu carî Nûjiyanê ji bîr nekin û her tim wê bi bîr binin.”

 

Ji bo wê bidin jiyîn navê Nûjiyanê li zarokên keç ên nû ji dayik dibin dikin

Hemû ew jinên Êzidî yên ku Nûjiyan dîtin û nas kirin behsa hevaltiya bi wan re daye avakirin dikin. Samîmiyeta wê, germahiya wê jidilbûna wê, yên ku ew nas kirine û li ser jinên Êzidî yên ku ew dîtine bandorek bi wan re daye avakirin. Ew jin dibêjin ku ji bo em navê wê bidin jiyîn û her tim were bîra me zarokên keç ên ku piştî wê ji dayik bûne me navê wê li wan zarokan kirine. Edûlê Şemo yek ji wan jina ne ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de berê xwe daye çiyayên Şengalê û di wê baweriyê de ye ku welatê xwe tu caran naterikîne û jinek bi cesaret e.

 

“Dengê jinên Êzidî bû”

Edulê Şemo behs dike ka çawa Nûjiyanê ketiye jiyana wan, çawa hewl daye bi wan re mijûl be û wan hîn bike û dibêje: “Li hawara me hat, li Serdeştê mal bi mal digeriya, nedigot baran e, herî ye û berf e ji bo bibe dengê dayikan xebat dikir. Ji bo bibe dengê gelê Êzidî û ew tiştên hatibûn serê gelê Êzidî ji bo ji cîhanê re ragihîne gelek dixebitî. Heta niha em di gelek fermanan re derbas bûne lê belê ya herî dawî ji bo cîhan hemû pê bihese û hemû mirovahî bibe şahid ew tiştên me jiyayî kedek mezin a Nûjiyanê û yên weke wê heye. Em çiqas bijîn wê her tim bi me re bijî. Gelek bi nirx e. Ew jî wekî keçeke me ya Êzidî bû. Gelek xwîngerm û ji dil bû.”

ÇAVKANÎ: JİNHA

Show More
Back to top button