TAJÊ: Li dijî kuştina jinan têkoşînê mezin bikin

TAJÊ derbarê qetilkirina jinan de daxuyaniyek da û got: "Em bang li oldar, meclisa ruhanî, maqul û ruspiyên civaka xwe dikin jinên ku di bin navê namûs û şerefê de tên qetilkirin xwedî helwest bin. Ji bo em karibin jinan ji şîdet, tehdîd û mirinê xelas bikin peyîwirek mezin dikeve ser milê me.”

Berî demekê du zarokên bi navê Eyde El-Seîdo û Aye El-Xilêf li Hesekê ji aliyê malbatên wan ve hatin qetilkirin. Di 6’ê tebaxê jî jina êzidî ya bi navê Baran Hasan Rasho li navçeya Mîdyad a Mêrdînê ji aliyê mêrê bi navê Serkan O yê 25 salî ve bi çekê hatibû qetilkirin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ê girêdayî êrîşên dema dawî daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Kevneşopiya civakên ku rêbazên tund li ser jinê dide meşandin û wê bi qeyt û zinciran mehkumê hişmendiya kevneşopa pajverû dike hîna hebûna xwe diparêze. Jinan biçûk û kêm dibîne, tenê weke şeref û namûsê bi nav dike û rojane wan di bin wê hişmendiyê de qetil dikin. Ew çanda kevneşopiya paşverû heya roja me ya îro di nav civakên me de bûye sedema qetilkirina bi hezaran jinan. Di bin hincetên parastina namûsa malbatên de û biryarên pajverû yên civakî dibin navê bawerî û ehlaq de roj nîne jin neyên qetil kirin.

Bi hovane tên qetilkirin

Berî demekê li Hesekê jinek ciwan a Ereb ji ber nexwestibû bizewice û bi heskiriyê xwe re revîbû ji aliyê malbata xwe ve bi rengek hovane hate qetilkirin. Tenê gunehê wê ewbû ku nexwestibû bi kesê ku ji wê re hatibû bijartin re bizewice û biryara zewaca xwe bi xwe da. Ev yek weke sûc hat dîtin û bû sedema qetilkirina wê. Li gorî zihniyeta wan, şerefa malbata wan li erdê qist û divê mêrên malbatê namûsa xwe paqij bikira. Li peyî wê re gelek bûyerên bi wî rengî rudan. Herî dawî jina êzidî ya bi navê Baran Hesen li Midyadê bi bûyerek ne zelal ji aliyê zilamekê ve hat qetil kirin. Ji bo sûcê mêr û qatîlan sivik bikin bûyer bi gelek aliyan ve birin û gelek tişt li ser gotin, lê ya rastî derneket holê û veşartin. Di vê serdemê de bûyerên bi vî şêwazî ji bo tevahî civakan sosrete û cihê şermê ye. Ev bûyer hemû weke tiştek ji rêzê tên dest girtin, li ser nayên rawestandin û hesab nayê xwestin. Li her çar parçeyên welat roj bi roj bi rengek wehşî ev şîdet li ser jinê tê meşandin.

Qetilkirina jinan kîna hezar sala ye

Em weke Tevgera Azaiya Jinên Êzidî (TAJÊ) qetil kirina jinan weke sûc dibînin. Bûyer çi dibe û ji bo çi be qetil kirina jinana nayê qebûlkirin. Divê katilên jinan werin cezakirin û hesab ji wan were xwestin. Ji bo çareserkirina van pirskirêkan pêwiste çareseriyên cuda werin peyda kirin. Kuştin û qetil kirina jinan wehşita zihniyeta paşveruye. Qetilkirina jinan kîna hezaran salan a hişmendiya baviksalariye.

Em bang li oldar, meclisa ruhanî, maqul û ruspiyên civaka xwe dikin ji bo qetil kirina jinan di bin navê namus û şerefê de xwedî helwest bin. Bi taybet weke jin divê em van bûyeran nepejirînin ji bo wê têkoşînê mezintir bidin. Ji bo em karibin jinan ji şîdet, tehdîd û mirinê xelas bikin peyîwirek mezin dikeve ser milê me.”

JINNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button