Ji welatiyên Sînûnê li dijî êrişên Iraqê nerazîbûn: Em ê hata dawî têkoşînê bikin

Welatiyên Sînûnê ya Şengalê li dijî êrişên hikûmeta Kazimî ya li ser Şengalê nerazîbûn nîşan dan. Welatiyên Sînûnê diyar kirin ku wê heta dawiyê têkoşînê bikin.

Welatiyên Şengalê li beramberî êrişên artêşa hikûmeta Kazimî ji duh ve li ser piyane. Tevî hemû astengiyên artêşa Iraqê, welatiyên Şengalê xwe gihandin navenda asayîşa xwe û piştgirî danê.

êvarê heya niha rexmê tevahî astengiyên Artêşa Hukumeta kadimî gelê Şengalê xwe gihandin navendên Asayişên xwe û piştgiriya xwe ya ji bo asayişa xwe nişandan.

Li Navenda Asayişa Êzdîxanê ya Navçeya Sînunê welatiyan daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew weke civaka Êzidî heya dawî wê ji bo parastina deskeftî û zarokên xwe di nava têkoşînê de bin û wiha tê gotin: “Em îro li gel asayişa xwe amade bûne. Hikumeta Kazimî dixwaze ku em deskeftiyên xwe yên ku me bi xwîna şehîdên xwe avakirye bi hêsanî li cih bêlin û koletiyê bi pejirînin, lê em weke dayikên Şengalê weke gelê Şengalê heya dawî emê têkoşîna xwe bikin. Emê parastina mafên xwe bikin û ji bo avakirina Şengalek xweser çi ji me bê xwestin emê bikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Eger em niha tevahî xalên xwe yên asayiş û hêzên xwe yên YBŞ û YJŞ’ê jî bidin, hêzên artêşa Kazimî cardin wê me neparêzin. Heta yek ji me hene emê piştevaniya zarokên xwe bikin, emê  zarokên xwe, çiya, bawerî û çanda xwe biparêzin. Kî dibe bila bibe ger hêzek were bixwaze ku civaka me belav bike, bixwaze ku bawerî û çanda me tune bikin emê heya dawî xwe biparêzin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em weke jinên Şengalê, weke gelê Şengalê heya dawiyê emê nehêlin ti hêz êrişî zarokên me bikin, emê heya dawiyê li bermberî xiyanet û lîstokên wan ên qirêj şer bikin.”

Şingal

Show More
Back to top button