Bi ruhê berxwedaniyê civaka Êzidî cejna xwe pîroz kir

Tevî êriş û zextên artêşa hikumeta Kazimî ya li ser Şengalê civaka Êzidî bi ruhê berxwedaniyê  cejna xwe ya herî pîroz cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de civaka Êzidî got ku tu ti êrîş nikare wan ji rê û resmên xwe yên pîroz qut bike.

Di 18’ê Nîsanê de artêşa hikumeta Kazimî dest bi êrişa xwe ya li ser Asayîşa Êzidxanê kir. Di gelek cihan de navber bi navber di nav Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê û Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê pevçûn derketin û heya niha zext û dorpêçekî li ser Şengalê ji aliya artêşa hikûmeta Kazimî ve tê meşandin.

Ev êrişên ku pêk hatin ne yekem care ku di rojên pîroz yên civaka Êzidî de tên kirin. Di her êrişekî de rojên pîroz yên civaka Êzidî tên hedef girtin. Vê carê jî di cejna herî pîroz û ya herî mezin jî cejna Çarşema Serê Nîsanê êrîş li ser vîn û baweriya vê civakê pêk anîn.

Lê, civaka Êzidî tevî van êrişan jî bi israre ku rojên xwe yên pîroz giran biha pîroz bikin. Lewma îro bi sedan ji civaka Êzidî bi cil û bergên xwe yên resen li deriya Geliyê Kersê bi şahiyekî mezin ev cejin pîroz kirin.

Tevî zext û dorpêçê jî gelek mêvanên ji dervayê Şengalê weke Ewropa û Rûsyayê di şahiyê de amadebûn. Mêvanên ku amadebûn  endam û berdevkên civaka Êzidî ya Ewrûpa, malbata Şehîd Mem Beşîr û Endamên Rêxistina Ciwanên Êzidî ya Ewrûpa bûn. her wiha hunermend Hozan Xemdar, Hozan Herîman û Hozan Elend jî amadebûn. Her wiha wê Hozan Kawa jî li şahiyê amade bibûya, lê ji ber zexta PDK’ê rê li ber hatina wî hate girtin.

Şahiyê bi axaftina Endamê Polîtburoya Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidxanê (PADÊ) Silîman Hecî destpêkir. Silîman Hecî di destpêka axaftina xwe xêrhatina mêvanan kir û wiha got:“Weke hun dizanin me amadekariyekî mezin kiribû, lê belê dijminên me her dem bi planên qirêj dixwezin vîn û baweriya me tune bikin. Lê belê heta ku yek şervanekî me hebe em tu car dev ji bîr û bawriya xwe bernadin. Li darixistina me ya vê şahiyê jî bersiva herî mezin ji dijiminên civaka Êzidî re ye.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  TAJÊ  Kinê Xidir axivî. Kinê Xidir di axaftina xwe de diyar kir ku tu hêzekî nikare hêza vîn û  baweriya civaka Êzidî bişkîne û wiha pêda çû: “Em vê cejna pîroz li her kesî pîroz dikin. Em li malbat şehîdan û şervanên xwe pîroz dikin. Dijminên me tu car nikarin rê û resmên me tune bikin. Îradeya me nayê şikandin. Em weke çiyayên xwe li berxwedidin. Bila dijminên me baş bizanin ku îradeya me Tawûsê Melek û Şehîdên me ne.”

Li ser navê Rêveberiya Xweser ya Şengalê  Hiso Birahîm axivî. Hiso Birahîm di destpêka axaftina xwe de ev cejna pîroz li her kesî pîroz kir û wiha got:“ Ev cejna me ya herî pîroz cejna avabûna dinyayê. Lê ji hezaran sala li dijî me û bawariya me êrîş heye. Di nav rojên dawî de dijminên me xwest dîsa bi dek û dolaban baweriya me tune bikin. Lê belê em li vir di vê cejna xwe de dibêjin heya yek zarokekî me hebe wê cejnên me bên pîroz kirin. Em îro weke civaka Êzidî di nav berxwedaniyê de ne. Eger em di nav şer de bin jî em li kêleka şera xwe cejan xwe pîroz bikin. Em li vir di dawiyê de silavên xwe ji malbatên şehîdên ku ji bo Azadiya Şengalê canê xwe fedakirin dişînin.”

Biştî axaftinan dikê bi stranên Hozan Xemdar, Hozan Herîman, Hozan Elend û koma çiyayên Şengalê xemilî.

Şahî bi gerandina govandan bi çoşekî mezin bi dawî bû.

Şıngal-Rojnews

Show More
Back to top button