PADÊ got; “Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin”

PADÊ li navçeya Sinunê li dijî gefên dewleta Tirk ên ji bo êrişa li ser Şengalê bi daxuyaniyek nerazîbûn nîşanda

Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bang li Hikumeta Iraqê kir ku li dijî gefên dewleta Tirk ên ji bo destwerdana li dijî Şengalê helwest nîşan de û got; “Em dev ji destkeftiyên şehîdên ku warê xwe ji DAIŞ`ê rizgar kirin, bernadin û em ê li ber xwe bidin.”

Daxuyaniya PADÊ ji aliyê Endamê Polîtbûroya PADÊ Heyder Reşo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li Netewên Yekbûyî û Hikûmeta Iraqê hate kirin ku bila Şengalê nefiroşin.

Di dewamê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk piştgiriya terorê dike û van pirs hatine kirin; “Ka dewleta Iraqê li hemberî van daxuyaniyên dijminane yên dewleta Tirk li kuderê ye. Ka protokolên navneteweyî yên ku di navbera dewletên derdorê de hatine îmzekirin, ma gelê Iraqê ne xwedî serweriye?”

Daxwuyanî bi gotina  “Em ê dev ji destkeftiyên şehîdên ku warê xwe ji DAIŞ`ê rizgar kirin bernadin û em ê li ber xwe bidin” hate dawî kirin.

Show More
Back to top button