‘Tirkiye dixwaze ji Dihokê bi rêya tunelê xwe bigihîne Şengalê’

Endamê Komîteya Peywendiyan ya PKK’ê Tolhildan ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji Dihokê bi kolana tunelan dixwaze xwe bigihîne çiyayê Şengalê.

Endamê Komîteya Peywendiyan ya Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê Zurbar Tolhildan ji ajansa Bexda Elyewm re axivî.

Tolhildan ragihand ku artêşa Tirk a dagirker hewl dide ji parêzgeha Dihokê bi rêya kolandina tunelan xwe bigihîne ser çiyayê Şengalê.

Tolhildan dibêje, demek dirêje dewleta Tirk ji bo dagirkirina Şengalê di nava amadekariyan deye, ji bo vê dixwaze ji Dihokê ve, Nînovayê bi temamî dagir bike.

ROJNEWS- NAVENDA NUCEYAN

Show More
Back to top button