‘Ji bo dawî li şerê Rojhilata Navîn were, azadiya Rêber Apo pêwîste’

Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen diyarkir ku di 25'emîn salvegera komploya navnetewî de hêzên desthilatdar hewl didin siyaseta şer li herêmê û cîhanê gur bikin û got: ''Bidawîbûna şer dawiya desthilatdariya wane. Ji bo ev alozî ji Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê xilas bibin, azadiya Rêber Apo pêwîste.'

Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Öcalan 25 sal li dû xwe hiştin. Rêber Ocalan vê komployê wekî destpêka şerê cîhanê ya sêyemîn binav kiribû, piştî komployê şer ji Iraqê heya Efxanîstan, SûriyE, Lîbya û Yemenê berfireh bû. Her wiha şerê Rûsya-Ukraynayê û Îsraîl-Hemasê, siyaseta şer û aloziyê hem li herêmê kûr kir hem jî di asta şerê nukleerî de asta pevçûnan gihand sînorên pir xeternak. Di nav 25 salan de li dijî siyaseta şer a desthilatdaran Rêber Abdullah Ocalan jî têkoşîna azadî û demokrasiya gelan mezin kir ku îro roj di asta cîhanê de pêngaveke azadiyê ji bo Rêber Ocalan hatiye destpêkirin.

Şengal jî yek ji wan qadane ku di nav siyaseta şer a desthilatdaran de, di 2014’an de rastî fermaneke giran hat lê piştî fermanê bi hêza fikrê Rêber Ocalan karî axa xwe jinûve azad bike û di nav ferman û qirkirinê de hêza xwe ya parastinê û rêvebirinê ava bike. Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen di 25’emîn salvegera komploya navnetewî de rewşa Rojhilata Navîn û Şengalê, siyaseta şer a li ser gel û baweriyan tê meşandin û girîngiya azadiya Rêber Ocalan ji bo azadiya gelan nirxand.

‘Rêber Apo azad bibe, temenê desthilatdaran kurt dibe’

Riham Hesen di destpêka nirxandina xwe de Komploya 15’ê Sibatê wekî komploya li dijî mirovahî û azadiyê binav kir û wiha balkêşa ser hedefa komployê: ”Bi belavbûna fikrê Rêber Apo re ku bi milyonan kesî ji xwe re kirin bingeh û ber bi azadiyê ve meşiyan, sîstema desthilatdar ji vê pêngava azadiyê tirsiya û dest bi komployê kir. Raste Rêbertî di destê dewleta Tirk de dîl tê girtin lê hêzên deshilatdar jî xwe ji vê rewşê re bêdeng kirine, bêdengî jî tê wateya destek dayînê. Tirsa hêzên desthilatdar ewe ku eger Rêber Apo azad bibe, temenê desthilatdariya wan kurt bibe. Sîstema ku Rêbertî daye avakirin ku gel xwe pê birêve dibe, tiştekî berçave. Eger ev sîstem pêş bikeve wê gel tu carî desthilatdariyê li ser xwe qebûl neke.”

‘Gelên bindest ji berxwedana Rêber Apo hêz û hêvî digirin’

Riham hesen destnîşankir ji bo îradeya ku Rêbertî di nava civakên bindest de daye avakirin bişkînin her ku diçe tecrîda li ser Rêber Ocalan tê girankirin û sebeba tecrîda giran wiha şîrove kir: ”Dixwazin hedefên ku bi komployê re pêk nehat, bi tecrîdê re pêk bînin. Ruxmî berdewamiya komployê, her ku diçe îradeya ku gel ji Rêbertî girtiye mezin dibe û civak xwe azad dikin. Rêbertî jî dibêje ‘Dema ku civak xwe azad bike wê demê ez jî azadim.’ Va ye niha ew xwesteka Rêbertiyê pêk tê. Ev 25 salin Rêbertî di nava çar dîwaran de li ber xwe dide, ev berxwedanî ji bo civakên ku azadiya xwe dixwazine. Tevahiya gelên bindest ji vê têkoşîna Rêbertiyê hêz û hêvî digirin.”

‘Rêber Apo ji bo civaka Êzidî bû sedema jiyanê’

Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen bibîrxist ku civaka Êzidî piştî fermana 2014’an fikir û felsefeya Rêber Ocalan ji xwe re kiriye bingeh û encamên naskirina vî fikrî wiha nirxand: ”Em xwe pê birêxistin dikin û birêve dibin. Ne bi tenê gelê Êzidî, me kariye li Şengalê biratiye gelan pêk bînin. Niha derfet û zemîn çêbûye ku yekîtiya gelan li Şengalê pêş bikeve. Eger em bêjin li Şengalê sîstemekê hatiya avakirin û em dikarin xwe pê birêve bidin û gelê me eger kariye xwe ji qirkirinê rizgar bike, ev bi saya ramanên Rêbertiyê ye. Ji ber ku Rêbertî bû sedema jiyana me, em jî wekî civaka Êzidî xwedî derketina li Rêber Apo erk li ser xwe dibînin û ji bo vê emê dest ji tekoşîna azadiyê bernedin.”

‘Bidâvîbûna şer, daviye desthilatdarane’

Riha Hesen rewşa Rojhilata Navîn a ku bi şer û aloziyan her ku diçe xirabtir dibe jî nirxand û bi van gotinan balê kişand ser rola Rêber Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan: ”Rojhilata Navîn niha bûye cihê şer û pîlanên mezin, her dewlet û alî dixwazin hesabên xwe li Rojhilata Navîn bi hev re safî bikin. Ji bo ev alozî ji Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê xilas bibin, azadiya Rêber Apo pêwîste. Heya ku Rêbertî azad nebe wê tu kes nikaribe şer û aloziyên li Rojhilata Navîn bidawî bike. Niha xuya ye ku hêzên desthilatdar li çareseriyê nagerin belkû dixwazin her ev şer gur bibe, ji ber ku bidawîbûna şer dawiya desthilatdariyê ye. Desthilatdarî dixwaze bi şerê xwe rê li ber azadiya gelan bigire û her ev gel di bin destê wan de bin.”

‘Rêber Apo dixwaze Şengal xweser û azad bijî’

Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen her wiha pêngava kûrewî ya azadiyê ku ji bo Rêber Ocalan hatî destpêkirin jî bibîr xist û got: “Niha li seranserê cîhanê daxwaza azadiya Rêbertiyê tê dikin, me jî di meha Cotmehê de dest bi pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ kir. Di çarçoveya vê pêngavê de gelek çalakî, kar û xebat hatin meşandin û wê çalakiyên me li ser vî esasî berdewam bikin. Ji ber ku em xweseriya Şengalê û azadiya Rêber Apo wekî du mijarên ji hev cûda nagirin dest. Xwesteka Rêbertiyê jî ew bû ku dixwaze Şengal xweser û azad jiyan bike, emê vê xwestekê pêk bînin.”

SADÛN QÎRANÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button